Banga ji bo meşa 'Ji Ocalan re Azadî'

15:44

JINHA

EDENE - Li Edenê di 19'ê kanûnê de di çarçoveya kampanyaya "Bila Muzakere destpê bike, ji Birêz Ocalan re Azadî" de, di 19'ê kanûnê de meşeke girseyê tê lidarxistin.

Bi pêşengiya Nûnertiya TUHAD-FED'a Edenê di çarçoveya kampanyaya "Bila Muzakere destpê bike, ji Birêz Ocalan re Azadî" di 19'ê kanûnê de li Edene meşeke girseyî tê lidarxistin. Ji bo bangawaziya meşê îro li avahiya bajêr a HDP'ê civîna çapemeniyê hate lidarxistin. Nûnera TUHAD-FED'ê ya Edene Newroz Şendur diyar kir ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qebûl nakin û got ji bo şer bi dawî bibe divê Ocalan azad bibe.

Newroz da zanîn ku ewê di 19'ê kanûnê de saet di 14.00'an de ji Qada Beşocak heya Parka Înonu bimeşin û azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan biqîrin û gotinên "Em bang dikin ku hemû alîgirên aşitiyê tevlî meşê bibin" banga beşdarbûna çalakiyê kir.

(zt)