Rêveberên Kobanê bajarê Til Temir ziyaret kirin

16:35

JINHA

TIL TEMIR - Rêveberên TEV-DEM'ê a bajarê Kobanê bajarê Til Temir ziyaret kirin. Cîgira Serokê TEV-DEM'ê Bêrîvan Hesen ser navê komê axivî û diyar kir ku, axê ku bi xwîna şehîdan hatiye avadan wê tu car têk neçe, got "Bi berxwedana gelê me dê her der bên rizgar kriin. Êrîşên bi vî aweyî têk çûna çete û alîgirên wan diyar dike."

Rêveberên TEV-DEM'ê a Kantona Kobanê bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê ziyaret kirin. Koma ku despêkê kolanên Til Temir ên ku rastî êrîşê çeteyên DAIŞ'ê hatî ziyaret kirin, diyar kirin ku ew bi armanca parvekirina hestê gelê hatine bajarê Til Temirê. Ser navê komê Cîgira Serokê TEV-DEM'ê Bêrîvan Hesen axivî û diyar kir ku berxwedana gel dê serkeftinê bîne. Bêrîvan destnîşan kir ku li her çar aliyê Kurdistanê êrîş li hember gelê Kurd pêk tê û got, "Di pêvajoyek wiha de gelê me berdêlên giran dide û şervanên azadiyê di çeperan de ji bo azadiya gel li berxwe dide. Li dijî êrîşên hovane dê berxwedana vî gelî mohra xwe li dîrokê bide. Em ê tu caran li hember dijmin serê xwe netewînin. Gel dê yekîtiya xwe li hember her cureya êrîşê biparêze."

Piştre rêveber kolanên bajêr geriyan û ziyareta xwe wiha bi dawî kirin.

(sş/rc)