Li Cizîrê welatiyek qetilkirin

18:51

JINHA

ŞIRNEX - Li Taxa Cudiya êrîş lê giran bûne welatiyê bi navê Dogan li ber derê mala wî qetil kirin.

Li Cizîrê dibin qedexeya derketina kolanan de êrîş berdewam dikin. Di êrîşan de welatiyê bi navê Dogan ku paşnavê wî nehatiye zanîn li ber derê mala wî ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Bavê 3 zarokan Doganê ku li Kolana Mungan a Taxa Cudî dima hat qetilkirin.

Li Taxa Nur jî topek bi mala rêveberê KURDÎ-DER'ê Bahattin Yagcik ket. Hat zanîn ku bi ketina topa hewanê re agir bi mala sê qat ket, dema ku ekibên agirkuj jî xwestin biçin agir vemirînin hatin asteng kirin. Li Kolana Varol jî di topbaranê de agir bi malekê ket.

(at-ma/zt)