Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê serbest hatin berdan
19:03
Kanûn
17
/ 2015
JINHA
STENBOL - 17 xwendekarên ku duh li Zanîngeha Stenbolê hatin binçavkirin, li dadgehê serbest hatin berdan.
Li Zanîngeha Stenbolê duh piştî ku endamên MUS-GENÇ'ê yên ku alîgirên DAIŞ'ê ne êrîşî xwendekarên welatparêz û şoreşger kirin, di bûyerên ku derketin de 17 xwendekar ji aliyê polîsan ve hatibûn binçavkirin. 17 xwendekar îro piştî karên li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Xwendekar, piştî îfadeya wan hate girtin, serbest hatin berdan.
(zt)