'Zagonên jin balê tevahî jinan dikêşe'

09:21

Rûksen Efrîn/JINHA

QAMIŞIO - Seroka Desteya Jinan a Kantona Cizîrê Emîne Omer derbarê ziyaretên xwe ên bi rêxistina jinan yê Herêma Federala Kurdistanê re nirxand û wiha got, "Destkeftî û tecrûbeyên 2 salan a têkoşîna jinên Rojava, me parvekir. Armanca ziyaretê asta xebatên wir naskirin û xebatên hevpar pêk anîne."

Berxwedaniya jinên Rojava ji tevahî jinên cîhanê re bûye çavkaniya modela jiyana nû. Desteya Jin a Rojava bi armanca parvekirina tecrûbeyên xwe xebat dide meşandin. Di çerçoveyê xebatê de li ser navê Desteya Jin û Rêxistina Yekîtiya Star komek çûbû Herêma Federala Kurdistanê û hevdîtin bi rêxistin û saziyê jinan re pêk anîbûn. Derbarê hevdîtinên ku pêk hatine Seroka Destya Jinan a Kantona Cizîrê Emîne Omer nirxandin kir. Emîne diyar kir ku ew di hevdîtina xwe yê 10 rojan de bi 24 saziyên jin û civakên sivîl ên başûrê Kurdistanê re hevdîtin pêk anîne û wiha got, "Bi saziyên jin re me hevdîtin pêk anî û derbarê xebatên xwe ên jin de me semîner dan jinên başûrê Kurdistanê."

'Şoreşa Rojava bi berxwedaniya jin hat nasîn'

Emîne destnîşan kir ku armanca hevdîtinên wan parvekirina tecrûbeyên şoreşê Rojava ye û wiha domand: "Şoreşa Rojava bi berxwedaniya jin hat nasîn. Li Rojava xweseriya jin hat îlan kirin û xebat di vê çerçoveyê de tên meşandin. Lê li başûrê Kurdistanê jin 22 sal têkoşîn dide hîna nekariye xweser xebatê xwe pêk bîne û xwe rêvebibe. Ji ber pergala desthilatdariyê û civaka oldariyê jin tê bê bandor kirin li başûr. Li beramberî hemû astengiyan eger heya roja îro ev rêxistin hîna li berxwedide û xebatan pêk tîne ev yek jî ji bo me watedare."

'Zagonên jin balê tevahî jinan dikêşe'

Emîne da zanîn ku zagonên jin ên Rojava balê tevahî jinan dikêşe û wiha pêde çû: "Zagonên jin li başûr bû rojeva gotûbêjên girîng. Yekemîn car li Rojava zagonên jin tên diyar kirin û bi aweyek fermî erê kirin. Ev yek jî balê jinan dikêşe. Jinan pirsên wiha ji me kirin, 'di nava şerê gerim de, zagonên jin çawan hat pêk anîn?, Berteka gel li hember zagonan çibû?. Bê guman ev proje bi keda şehîdên jin pêk hat. Bi tevlîbûn û pêşengiya jin yê li her qadê jiyanê encamek bi vî aweyî derxist holê." Emîne bilêvkir ku hevdîtina bi jinan re diviya zûtir pêk hatibane û bedewam kir: "Ji ber rewşa ewlehî û xebatên giran me nekarî em biçin ziyareta jinên li herêmên din. Bi avakirina derfetê re em çûn û ev hevdîtin gelek bi sûd bû. Hem di warê parvekirinê tecrûbeyan de hem jî di warê hêz dayîna hev gelek girîg bû."

(rc)