Jinên Til Temir bertekê xwe yê li hember êrîşan anîn ziman
09:22
Sorgul Şêxo/JINHA
TILTEMIR - Bertekê jinên bajarê Til Temir a li hember êrîşê çeteyên DAIŞ'ê her ku diçe zêde dibe. Jinan gotin, "Em kolanên xwe bi Almanya û Ewropayê nadin. Ev ax bi xwîna şehîdan hatî avadan, ji bo me pîroze û bi nirxe. Baweriya me her dem bi hêzên YPJ û YPG'ê heye. Ji ber vê pişta me raste."
Jinên bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê bertekê xwe a li hember êrîşên hovane yê dervî mirovahî a çeteyên DAIŞ'ê nîşan dan. Jina bi navê Fesla Hikmet di serîde ji tevahî malbatê şehîdan re sersaxî û ji bo birîndaran şîfayê lezgîn dexwaz kir. Fesla got, "Wek welatiyên bajarê Til Temir bi çi şêwayî êrîşê me dikin bila bikin, em ê dev ji warên xwe bernedin. Gelê Til Temir dê serê xwe ji êrîşkaran re netewîne û wê her bi serbilindiyek li berxwe bide."
Ji pêkhatiya Ereb Xedîc Husên jî wiha got: "Armanca çeteyan bajar ji gel valakirin û dagirkirine. Til Temir gelek car rastî êrîşan hat lê belê li berxweda. Bi komkujiyan dixwazin vînê gel bişkînin. Lê ew bi serneketin." Jina Aşurî Curcêt Firensîs diyar kir ku ew her bostek kolanên xwe nadin bi tu welatî û wiha got: "Em kolanên xwe bi Almanya û Ewropayê nadin. Ev ax bi xwîna şehîdan hatî avadan, ji bo me pîroze û bi nirxe. Baweriya me her dem bi hêzên YPJ û YPG'ê heye. Ji ber vê pişta me raste."
(rc)