Jin di jiyana kar de astengiyan nas nakin
09:23
JINHA
WAN - Ji jinên di jiyana kar de li gel hemû tindiyên pergala deshilatiya mêran tekoşînê dide Narinç Korkmaz got, "Em hêza jinan bikar tînin ti astengiyan nasnakin, xebatên xwe berdewam dikin. Min astengî derbaskirine hun jî derbas bikin."
Jin li gel hemû astengiyê pergala deshilatiya mêran jî di qadên jiyanê de tekoşîna xwe berdewam dikin. Li qadên xebatê yên deshilatiya mêran têde deshilat, jin ji bo mehtacî kesê nebin xwediyê hêza ku dikarin her karî bikine. Li navçeya Îpekyolu ya Wanê berî çend salan 4 xwişk Cefeya "Keçika Pirtûkvan" vekirin û bi keda xwe debara xwe dikin. Jina bi navê Narinç Kormaz a 39 salî jî bi çêkirina nanê selê û çêkirina xwarinên gelerî pêşkêşî kiryarên xwe dike.
Narinç a ku ev 20 sale zewîciye û dayika 3 zarokan e diyar kir ku ev salek e di cefeya "Keçika Pirtûkvan" de dixebitê û derabara jiyana xwe dike. Narinç got ku jin dikarin bi destê xwe hemû tişt bikin, ji ber jin xwedî hêzek mezin e û ev tişt got: "Ez bi salan bi keda destê xwe debara xwe dikim û zarokên xwe xwedî dikim. Her çi qas ji aliyê aboriyê ve kêm be jî em îdareya xwe pêtînin. Min her tim dixwest ez bixebitim û ev cefe vebû û bi salan e bi jinan re li vir dixebitim û ez gelek keyfxweş im."
'Kargeh mala min e'
Narinç bilêv kir ku ew ji cefeyê gelek raziye û wek mala xwe dibine û wiha pê de çû: "Di berê de jin ji ber hişmendiya mêr nikarî bû di karek de bi xebitiya, lê niha li her derêye û dikare bi xebite. Ev jî ji bo jinan derfetek mezin e. Em dixazin ji bo aboriya jinê her tim xebatên wiha bên ava kirin. Civak ji bo jinan gelek astengiyan derdixist lê niha ne wiha ye û jin li her qadê dixebitin û bi keda destên xwe xwe didin jiyandan û alikariyê didin malbata xwe."
'Divê jin bixebîtin'
Narinç destnîşan kir ku dema wê li wê pir xweş derbas dibe û ev tişt anî ziman: "Ji ber jin ji aliyê aboriyê ve bindest in her tim rastî tundiya mêr tên û hewceyê mêr dibin. Divê jin bixebîtin û bi keda destê xwe li ser piyên xwe bi sekîne û ev ji bo pêşketina jinê jî gelek baş e."
Narinç diyar kir ku jin dikarin di hemû karan de bi xebîtin û debara xwe bikin. Narinç di dawiya axwavtina xwe de got ku eger rojek ji cefeyê derkeve dê li mala xwe bi hûnera destên xwe debara xwe bike û debara jiyana xwe bike.
(hk-ry/ho/zt)