Ji Îzmîrê hişyarî: Eger em piştgirî nedin Kurdistanê...!

09:27

JINHA

ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê polîtîkayên şer û komkujiyê ên ku li hember dexwazê xwerêveberinê hatî despêkirin nirxandin û wiha gotin, "Eger em piştgirî nedin Kurdistanê, Tirkiyê dê ber bi şerek navxweyî ve here. Eger gelê Tirkiyê vê yekê ji nedîti ve were, êşa ku li Kurdistanê tê jîn dê derbasî rojavayê Tirkiyê jî bibe."

Gelê Kurdistanê ji bo xwedî li xwerêveberinê derkevin dertên kolanan û bertekên xwe tînin ziman. Li rojavayê Tirkiyê jî bêdengî bi bandore. Her çiqas hin daxuyanî bên dayîn û çalakî pêk werin jî bêdengiya xwe diparêzin. Jinên Îzmirê derbarê bûyerên ku li Kurdistanê tê jîn de nirxandin kirin.

'Pêdiviya xwerêveberinê li Îzmîrê heye'

Ozlem Gûndûz yê ku li Îzmîrê dijî wiha got, "Li Kurdistanê gel xwerêveberin înşa dike. Gel li berxwe dide, jin bi berxwedanî vîna xwe nîşan didin. Li aliyê din dewlet vîna xwerêveberinê asteng dike. Divê xwerêveberin tenê ji bo Tirkiyê û Kurdistanê neyê dîtin. Wek jin em difikirin ku divê li tevahî cîhanê belav bibe. Li Îzmîrê çalakiyên me kêm man; lê belê bi dirûşmeya 'Ji Kurdistanê bo Rêbertî Azadî' wê dengê me bilind bibe. Pêdiviya xwerêveberinê li Îzmîrê heye. Li kolanên Îzmîrê fuhuş, qaçaxa mirovan û maddeyên hişbirî tê kirin. Ji bo dawî li vê yekê bê, em dixwazin bi rêxistina jinan re li hev bên û dengê xwe ji tevahî cîhanê re bilind bikin."

'Êşa ku îro li Kurdistanê tê jîn wê rojavayê tirkiyê jî bandor bike'

Gulîstan Koçyigit jî destnîşan kir ku ew di pêvajoyek dîrokî re derbas dibin û wiha got: "Ev pêvajo ne tenê ji bo gelê Kurd di heman wextê de ji bo tevahî gelê Tirkiyê dîrokiye. Girîngiya xwerêveberinê em hemû bi hevre dibînin. Berxwedana Parka Gezî û Hopa jî têkoşînek xweser bû. Divê gelê Tirkiyê xwedî li vê berxwedanê derkeve, ji ber êdî welatî jî ji gundên wan tên derxistin. Di vê pergalê de riyê xilasiyê nîne. Eger alîgirên demokrasiyê û şoreşger piştgirî nedin Kurdistanê, Tirkiyê dê ber bi şerek navxweyî ve here. Gelê Tirkiyê eger vê yekê ji nedîtî ve were êşa ku li Kurdistanê tê jîn dê derbasî rojavayê Tirkiyê jî bibe."

(rc)