Jinên Başur: Dem dema li hember tecrîdê bûyîna goga ji agire

09:27

Roza Amed/JINHA

QENDÎL - Jinên Başur li hember tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike bertek nîşan dan û gotin: "Hebûna Rêbertiya me ji bo me dayîn û sitandina nefesê ye. Dema ku ew li wê be em nikarin bi rehetî runin. Divê her yek ji me bibe gogek ji agir. Çawa ku wî ji bo me jinan xwe avêtiye nava agir niha jî dor me ye."

Li hember tecrîda ji meha nîsanê heya niha ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike her diçe bertekên jinan zêde dibe. Jinên Başurê Kurdistanê jî banga tekoşîna hevbeş kirin. Hevşaredara Qendîlê Emine Mihemed Ebdullah diyar kir ku Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan pencereyek jiyanê ya nû vekiriye. Emine da zanîn ku Birêz Abdullah Ocalan ji bo jinan xwediyê wateyek gelek cudaye.

'Rêber Apo ji bo me jinan jiyanek nû avakiriye'

Emine destnîşan kir ku wan weke jin êdî dest ji hişmendiya qedercitiyê berdaye û wiha domand: "Em jin êdî weke berê bi giyanek weke ku her tişt qediyaye li bûyeran na nêrin. Rêber Apo ji bo me jinan jiyanek nû, hişmendiyek nû û hêvî avakiriye. Em jin tecrîda ser Rêber Apo berdewam dike na pejirînin. Ew tecrîd ser hemû jinan tê sepandin. Ev sepandinek navnetewiye. Çawa ku ser Rêbertiyê komploya navnetewî çêkirin, hewildan Rêbertiyê ji rêveberiya hemû gel û bawerî dur bigirin, niha jî bi heman hişmendiyê tevdigerin. Dixwazin Rêbertiya me ji me dur bigirin û pergala ku dixwazin daxin jiyanê. Lê bila baş bizanin dê bi îdeolojiya Rêber Apo rêxistina konfederal di nava hemû civakan de bê avakirin. Dê ramana Rêbertiyê têkeve jiyanê û emê gavekdinê nêzî azadiyê bibin."

'Rêber Apo li hember modernîteya demokratîk jiyana nû avakiriye'

Ji jinan Mizgîn Sepiz jî bilêv kir ku Abdullah Ocalan hemû tabu yên li ser jinan daye rakirin û ji bo jinan çavkaniyên jiyanê nîşan daye û wiha berdewam kir: "Hemû dînamîtên civakê li derdora jinê dizivire nîşanî hemû cîhanê da. Rêbertiya me hemû xebatên xwe ser jinan û azadiya jinan daye despêkirin. Ger ku îro jinên kurd xwe rêxistin dikin, di çeperan de cîh digirin, bi xwe pêdiviyên xwe yên perwerdê û hemû pêdiviyên jiyanê dabîn dikin bi saya wan berhemane. Rêbertiya me hemû rengên civakê bi hev re digire dest. Lê pergala deshilatdar her tiştî pêşkêşî kesîmek civakê dike û tenê berjewendiyên kesîmekê bingeh digire û bi her awayî ser jin û civakê de tê. Rêbertiya me hemû jinan û civakê bingeh digire. Felsefeya Rêber Apo û nêrîna wi ya li jiyanê her roja diçe li hember maderniteya kaputalist a bunalimê xwe digihîne hemû jinan û civakê."

'Ti zîndan nikarin tîrêjên ronahiya jiyana me asteng bike'

Mizgîn wiha dom kir: "Gelo dibe ku azadiya hemû gelan dibin tecrîdê de bê girtin, dikare azadiya hemû jin û zarokan dibin tecrîdê de bigirin? Çawan dibe parêzvanê mirovahiyê Rêber Apo dibin tecrîdê de bê girtin. Ji bo wê jî divê hemû mirovên alîgirê mirovahî û dadê rabin ser lingan. Emê heya dawiyê şopdarê Rêbertiya xwe bin, ji ber ku ew çavkaniya jiyana me ye. Ti zîndan nikarin tîrêjên ronahiya jiyana me asteng bike."

'Çavkaniya azadiya jiyana mirovan nikare bê xistina bin tecrîdê'

Ronahî Serhildan jî destnîşan kir ku ji ber ji aliyê gelan ve felsefeya Abdullah Ocalan gelek tê pejirandin ji bo wê jî dewlet hemû ji bo xwe weke astendiyekê dibînin û wiha domand: "Ji ber ku Rêber Apo na şibe ti rêberên heya niha derketine. Ew ji bo hemû mirovahiyê tekoşînê dike. Ew hemû guherî û veguherînên nava gerdunê bingeh digire. Ew ti zindiyên heyî bihêz yan jî bê hêz nabîne, her yek li gorî jiyan û hebûna wan wateyê dide wan. Wî perspektîfa azadiyê pêşkêşî hemû gelan kiriye. Her wiha yek ji sedemên ferqa wî ji hemûyan zêde digire û dibe sedema serdehatinê jî wate û giringî dayîna jina ne."

'Dem dema bûyîna goga agire'

Ronahî wiha berdewam kir: "Ger îro qala Arîn Mîrxanan, Bêrîtanan û berxwedana girtîgehan tê kirin ev berhemê keda Rêbertiya me ye. Îro jî Rêbertiya me hemû pirsgirêkên civakan ji bo xwe dike derd û li ser wan dirame. Lê hinek jî ji derdê kursiyê xwe tindiyê dike û zilêm ser civakan dide meşandin. Li ser kurdan ticaretê dike. Em tecrîdê na pejirînin. Li gel van hemû cudahiyan jî hîna Rêbertiya me li Îmraliyê di şertên ne asayî de girtin ji bo me qet nayê pejirandin. Hebûna Rêbertiya me ji bo me dayîn û sitandina nefesê ye. Dema ku ew li wê be em nikarin rehet runin. Divê her yek ji me bibe gogek ji agir. Çawa ku wî ji bo me jinan xwe avêtiye nava agir niha jî dor me ye."

'Emê mil bidin hev û tecrîdê rakin'

Aştî Elî jî bilêv kir ku dibin şertên giran û tecrîdê de jî hîna Abdullah Ocalan maf û azadiya jinan diparêze û wiha got: "Rêxistin û ramana Rêbertiya me ji bo hemû mirovahiyê bisude. Li gel ku bi salane li Îmraliyê di şertên giran de tê girtin jî hîna maf û azadiya jinan diparêze. Hîna berjewendiyên gelan diparêze, her roja diçe qirêjiya dewlet û pergalê hinekdinê jî radixe berçavan. Ger îro xwediyê xwe û wan ramanên mezin di wan şertên giran de tên girtin, ev ji mezinbûn û watedariya ramanên wî tê. Ji ber ku pergal jê ditirse di wê de dide girtin. Bi xêra wî mirovê mezine ku îro jinên kurd li Kobanê bi pêşengiya YPJ'ê ji cîhanê re dibin mînak. Ez bang li kurdên her çar aliyê Kurdistanê dikim divê em bibin yek û di rêya Rêber Apo de em dikarin bigihin serketinê. Ne tenê aliyek yan jî partiyek divê em hemû bibin yek û bi hev re tikoşînê bikin, wê demê emê dijminê xwe bin bixin û tecrîda ser Rêbertiya xwe bidawî bikin. Ya ku vê jî biser bixe cardin em jinin. Çawa ku wî tevahî jiyana xwe daye azadiya me, divê em jî hemû jiyana xwe bidin tekoşîna azadiya Rêbertiya xwe."

(zt)