'Em ê berxwedana xweseriyê bi gelê xwere mezin bikin'

09:28

JINHA

AMED - Ciwanan destnîşan kir ku divê xweserî ne tenê li hin qadan, li tevahî Kurdistanê bê belav kirin û gotin ew ê her li gel gelê xwe bin û têkoşîn bi gelê xwere mezin bikin.

Li hember îlankirina xwerêveberinê yên li Kurdistanê dewlet polîtîkayên xwe ên komkujiyê xistiye dewrê. Piştî li Cizîr, Silopî, Sur, Ferqîn, Nisêbîn, Dêrik û Kerboranê xwerêveberin hat îlan kirin, ji ber êrîşê dewletê ên giran gelek welatî jiyana xwe ji dest da. Li hember êrîş û polîtîkayê tune kirinê gel li her qadê berxwedanek mezin raber dike. Ciwanan dan zanîn ku ew piştgirî didin îlankirina xwe rêvebirinê û dê di berxwedanê de li gel gelê xwe bin.

'Em ê dengê berxwedanê bilind bikin'

Gûlîstan Ozer êrîşên hember gelê Kurd şermezar kir û wiha got, "Polîtîkayê dewletê yê ku li hember gelê Kurd pêk tînê nayê pejrandin. Li her cihê ku gel xwerêveberin îlan kiriye rastî êrîşê dewletê hatiye. Dorpêça li Kurdistan û bi taybet ya Surê di roja 13. de berdewam dike. Gel her roj di bin dengê bombe û çekan de jiyan dike û tên qetil kirin, ev rewş nayê qebûl kirin. Zarok û jin rastî tundiyên giran tên û nêzîkatiyek dervî mafê mirovahiyê pêk tê. Wek ciwan em ê dengê berxwedanê bilind bikin."

'Em natirsin...'

Ji jinên ciwan Adar Akdogan jî derbarê êrîşan de wiha got: "Sedema êrîşên dewletê yên li ser hinek herêmên Kurdistanê encama têkçûna wan a 7'ê Hezîranê ye. Dewlet dixwaze bi vê serkeftinê bi êrîşên xwe bişkîne, lê bi îlankirina xwerêvebirinê re hemû êrîş dê têk biçe. Li Ferqîn û Cizîrê jî êrîş kirin lê li hember berxwedana ciwanan vekişiyan. Divê her kes yekîtiyê esas bigre. Em jî wek ciwan natirsin û banga berxwedanê li gel dikin."

'Em ê ji zilmê re serê xwe netewînin'

Mehmet Encû diyar kir ku xwerêveberin perçeyek a Kurdistanê ye û gel dê tecrîdê li hember xwe bi berxwedana xwe bişkîne û wiha got, "Gelê Kurdistanê li hember hêzên dagirker serî hildide û têkoşîn dike. Gel bi rihê şoreşgeriyê li berxwe dide. Ciwanên Kurd dê her bi rihê serkeftinê li berxwebidin." Hasan Koçuk jî wiha got, "Çawan li welat Serokwezîr li ser pergala seroktiyê gotûbêjan dike, daxwaza gel yê xwerêvebirinê jî rewşek asayî ye. Divê rêz bê nîşan kirin. Ji bo Kurdistanê ji xwe biryarê şer girtibûn, xwerêvebirin dikin hincet û êrîş dikin. Wek ciwan em piştgirî didin xwerêveberinê. "

(rc)