Li Nisêbînê êrîş dê 7 seatan rawest e
09:29
JINHA
MÊRDÎN - Qaymeqaymiya Nisêbînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji bo 7 satan li 4 taxan qedexe rakirine.
Qaymeqamiya Nisêbînê têkildarî êrîş û dorpêçê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku li taxên Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Firat û Dîcleyê 7 seat navber dane êrîş û dorpêçê. Li aliyê din êrîşên şevê din tevahiya şevê berdewam kir. 4 tax ji hêla wesayîtên zirxî ve bê navber hatin gulebarankirin. Di seatên sibê de jî gulebaran zêde bû. Ligel anonsa rakirina qedexeyê jî hêj êrîş berdewam dikin.
Li navçeyê di roja 5'an de jî li tevahiya navçeyê esnafan darabe venekirin.
(ekîb/eb/rc)