Êrîşên ser Surê giranbû 3 zarok birîndar bûn
10:12
JINHA
AMED - Êrîşên ser Surê di roja 17. de berdewam dike. Serê sibe ji ber êrîşa bi topan 3'ê zarok birîndar bû.
Li navçeyê Surê yê Amedê dorpêç û êrîş di roja 17. de berdewam dike. Şevê din pêvçûnên giran lê hat jiyan kirin. Li navçeya ku elektirîk lê hatî birîn dengê çekan her ku diçe zêde dibe û cih bi cih top tên avêtin. Sibê saet 04.00'an de tangên ku li navçeyê hatine bi cih kirin top hatin avêtin. Derbarê êrîşan de welatiyek wiha got, "Li vir gelek xanî bûne hedefê topan. Piştî hinek avahî hilweşandin, dixwazin bi tang û wesayîtên zirxî bikevin Surê û komkujiyan pêk bînin. Niha armanca tîmên taybet û leşkeran riyê ketinê fereh kirine, ji ber vê avahiyan hildiweşînin. Divê gelê me ên derve ji bo gelê Surê dengê xwe bilind bikin. Em ê berxwedana xwe yên li pişt barîqatan berdewam bikin. Berxwedana me bê dawiye, eger li hember van êrîşan bêdengî xwe biparêze, tê wateye ku her kes hevkariya komkujiyê dike."
Li aliyê din di encama êrîşan de 3'ê zarok bi giranî birîndar bûne û ji aliyê welatiyan ve tên derman kirin.
(rc)