Li hemberî êrîşan berxwedan didome
11:02
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hemberî êrîşên tevkujiya fîzîkî berxwedana gel li Nisêbîn, Cizîr, Kerboran û Silopiyê berdewam dike. Hêzên dewletê bi tanq û topan nikarin bikevin taxên di bin ewlehiya gel de.
Êrîşên dewleta tirk ên li ser navçeyên rêveberiyên xwecihî îlan kirin, didome. Li hemberî êrîşan gel bi her awayî têdikoşe û destûr nade komkujiya fîzîkî ya dewleta tirk.
NÊSÊBÎN
Li navçeyê ku cara 6. qedexe tê îlankirin, qedexeya dawî di roja 5. de ye. Di dema van 6 qedexeyan de heta niha 18 kes hatin qetilkirin û bi dehan kes jî bîrîndar bûn. Şevê din jî êrîşên li ser taxên Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Firat û Dîcleyê berdewam kir. Şev seat 23.00'an de li kolanan çalakiya deng derxistinê pêk anîn û têkoşîna xwe domandin. Di seatên sibê de jî hate daxuyandin ku seat di navbera 09.00 û 16.00'an de qedexe bi demî hatiye rakirin.
KERBORAN
Li navçeyê êrîş û dorpêç dikeve roja 8. Duh rêveberên HDP û DBP'ê ku xwestin bikevin navçeyê ji hêla hêzên dewletê ve hatin astengkirin. Di seatên êvarê de jî êrîşên hêzên dewletê berdewam kirin. Her wiha hêzên dewletê bi artêşa medyaya tetik kêş re di ser mala Cîgirê Hevşaredarê Kerboranê Mahmut Kiliç de girt. Hêzên dewletê yên bi hinceta, "10 şervan di mal de ne" deriyê malê şikandin, bi artêşa medyaya tetik kêş re dest vala vegeriyan. Li hemberî tevahiya êrîşan di seatên şevê de jî berxwedana gel berdewam kir. Ligel êrîşan ambargoya li ser navçeyê jî didome. Ji ber dorpêçê gel nikare pêdiviyên xwe bikar bîne û neçarî koçê tên kirin. Li navçeyê ji bo gel bi zorê bidin koçkirin, ceyran û av jî hatiye birîn. Îro di seatên nîvro de jî cardin rêveberên HDP û DBP'ê yên Mêrdînê û Parlementerê HDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora dê hewil bidin bikevin navçeyê.
SILOPÎ
Êrîşên dewletê li vê navçeyê dikevin roja 5 . Hêzên dewleta tirk tanq û wesayîtên zirxî li deverên bilind bi cih kirine û taxan gulebaran dikin. Duh tevahiya rojê êrîş berdewam kir. Malên hemwelatiyan demek dirêj bi wesayîtên zirxî hatin gulebarankirin. Di encama van gulebaranan de hemwelatiyê 80 salî Yusuf Abî û hemwelatiyê bi navê Huseyîn Guzel di encama qeyrana dil de jiyana xwe ji dest dan. Di seatên şev de alavek ji bo dîmen girtinê tê bikar anîn a bi navê Drone ji hêla gel ve hate xwistin û qartê wê yê dîmenan hate îmhakirin. Li gel êrîşên mezin jî gel taxên xwe diparêze û ji kuçeyên xwe dûr nakeve. Tevahiya şevê li hemberî êrîşan li hemû taxan gel çalakiya deng derxistinê pêk anî û parastin kir. Di vê navberê de hêzên dewletê di ser Şaredariya Silopiyê de girtin û nobedarê avahiyê dîl girtin. Hate zanîn ku hêzên dewleta tirk piştî dagirkirinê, avahiyê ji bo wargeha şer bikar tînin.
CIZÎR
Navçeya êrîşên herî zêde hovane tên meşandin Cizîr e. Di dema qedeweyan de heta niha 23 kes hatin qetilkirin û bi dehan kesan jî hatine birîndarkirin. Bi hezaran leşker û hemû alavên zirxî yên şer tên bikar anîn. Lê li hemberî êrîşan gel berxwedana xwe bênavber didomîne. Di encama êrîşên dewletê yên bi alîkariya cerdevanan de hevalê Nîhat Kazahan (14) ku hatibû qetilkirin, ê bi navê Davut Yanik jî hate birîndarkirin. Şevê din hemwelatiyê bavê 3 zarokan Dogan Aslan jî di encama heman êrîşên hovane de hate înfazkirin. Dogan demek dirêj birîndar li erdê ma û dewletê destûr neda ku ambûlans were. Di encama êrîşên 5 rojên dawiyê de jî Îsmaîl Acay (23) û Mevlût Şîmşek (21) û zarokên bi navên Ferhat Taniş (15) û Mevlûde Egdî (15) hatin birîndarkirin.
Di vê navberê de ji ber ku dewletê Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê kirine, baregeha şer, birîndar bi neçarî dibin Şirnexê. Ji ber vê yekê jî gelek kes ji ber windahiya xwînê jiyana xwe ji dest didin.
(ekîb/eb/rc)