Li Dersimê civînên 'jiyana hevpar' didome

11:11

JINHA

DERSIM - Navenda Jinê ya Jiyanê ya Dersimê civîna xwe ya xweser li taxa Goma Dewrêş bi beşdariya gelek jinan ve li dar xist.

Navenda Jinê ya Jiyanê a Dersimê bi beşdariya Hevşaredara Dersimê Nurhayat Altun civîna xwe ya xweser li taxa Goma Dewrêş li dar xist. Gelek jin beşdarî civîna ku li malekî hate lidarxistin bûn. Nurhayat di civînê de axivî û anî ziman ku muxatebê yekemîn ên rêveberiyên herêmî li taxan jin in. Nurhayat destnîşan kir ku ew ê daxwazên jinan li ber çavan bigirin û pirsgirêkan çareser bikin. Nurhayat piştre pirsgirêkên jinan ên ku li taxê dijîn guhdar kir û riyên çareseriyê gotûbêj kirin.

(rc)