Li Nisêbînê cerdevan jî li ser kar in

11:21

JINHA

NISÊBÎN - Li Nisêbînê ku ji bo 7 saetan navbera ji rewşa awarte re hat dayîn, ji bo dorpêçiyeke berfireh û dijwartir, cerdevan hatin wezîfedarkirin.

Hate hinbûn ku serê sibehê cerdevanên gundên derûdorê ji bo ku peywirdar bikin hatine gazîkirin. Koma cerdevanên a ji 20-30 kesan pêk tê li rojavayê Lîseya Anadolû ya Emîne Gozu kom bûn. Hat dîtin ku leşkeran çek û cebilxane dan wan. Piştî kontrolan cerdevan bi wesayîtên sivîl ve derxistin rê. Lê nehat zanîn ku cerdevan wê li ku derê bên bicihkirin.

(rc)