Dewlet Silopî û Cizîrê dagir dike!
12:21
JINHA
ŞIRNEX - Berxwedana gelê Cizîr û Silopî berdewam dike. Polîsan duh malek li Silopî dagir kirin û dest danîn ser pere û eşyayê gel. Li aliyê din du welatiyên ku duh hatin qetil kirin, ji ber êrîşên giran hîna nehatine defin kirin.
Li navçeya Silopî a Şirnexê ku qedexe lê berdewame, ber destê sibe êrîşên bi topan li ser taxê destpêkir. Di serî de taxên Yenîşehîr, Cûdî, Nuh, Barbaros û 52 noqtên cuda bun hedefa topabaranê. Ji ber êrîşan gelek mal hilweşîne, polîs û leşker jî bi zorê dikevin mala gel û bi kartînin. Li Taxa Yenîşehîrê polîsan ketine mala malbata Fîdan û rojek mal bi karanîne. Her wiha da zanîn ku polîs malên ku dagir dikin, dest datînin ser pere û eşyayên gel.
Cenaze nayên definkirin
Cenazeyên Huseyîn Guzel (70) û Yusuf Abî (80) ku duh li taxa Başakê û Barbarosê jiyana xwe ji dest dabûn, hêj nehatine definkirin. Malbatan bi derfetên xwe cenazeyên Yusuf û Huseyîn rakirin Mizgefta Hz. Abûbekîr a taxê. Ji ber êrîşên dewletê gel nikare cenazeyan defin bike. Berxwedana gel li hember êrîşan li navçeyê berdewam dike.
'Cerdevan rê çêdikin!
Li kolana Renk ya Taxa Cûdî a Cizîrê leşker û polîs welatiyan bi zorê ji mal derdixin û didin koç kirin. Hat zanîn ku polîs û leşker gel bi zorê ji malên wan derdixin û pêşengiya polîs û leşkeran cerdevan dikin. Hêzên dewletê deriyê gelek malan dişkîne û dikeve hundir û gel ji bo ku ji taxê derkevin tehdît dikin. Gelek mal wek bargehên şer tên bi karanîn û eşyayên mal tên birin.
(rc)