Ji Cizîrê name heye: Ji bîr nekin em dibin heman esmanî denin!
12:54
JINHA
ENQERE - Beriya îlana qedexeya derketina kolanan ji Silopiya û Cizîrê mamostayan baholên xwe girtin û derketin. Hinek mamostayên bi înata wan mamostayên derketin navçe û xwendekarên xwe neterikandine di navçeyê de mane ji bo Komeleya Rojeva Zarokan name şandine. Name wihaye; "Hewil bidin têbigihin, bidin têgihandin û bipirsin. Tiştên niha tên jiyandin cihê wan di ti îdeolojiyan de nîne. Dema ku zarok bi rehetî nerazin, di cîhanê de tiştek bi başî naçe, ji xwe bila bi başî neçe jî! Wan bombeyan diavêjin me, di avêje ciwanan, zarokan, jiyanê û her tiştî. Ji bîr nekin em dibin heman esmanî denin."
Di nava 6 mehên dawiyê de nêzî 5 mehane her roj li Kurdistanê qedexeya derketina kolanan tê îlan kirin. Di nava qedexeyên derketina kolana de her roj Kurdistan bi qirkirinan şiyar dibe. Herî dawî li Cizîrê berî îlankirina qedexeyê derxistina mamokstayan di rojevê dene. Bi qasî 500 mamosta jî li Cizîrê mane, navçe û xwendekarên xwe ne terikandine. Mamostayek ji wan nameyek şandiye Komeleya Rojeva Zarokan û gotiye: "Ji bîr nekin em dibin heman esmanî de dijîn."
'Wan bombayan digirin em, ciwanan, zarokan û hemû tiştên jiyanê'
Name wihaye; "Îro 17'ê kanûna sala 2015'an e. Ev du rojin dengê teqînanan û çekan bilind dibe. Di tevahî jiyana xwe de min evqas dengê çekan nebihîstiye. Ji ber ku ez li vêderê nehatîme diniyayê. Ez kurdî nizanin û nikarim bêjim ku dikarim di nava govendê de jî bilîzim. Berî niha jî ez qet nehatime van deveran. Ji bo têgihiştina rewşa heyî carnan pêdivî pênîne em bi heman zimanî bipeyîvin."
Nebêjin tiştek ji destê me nayê, qe nebe duayan bikin. Hewil bidin têbigihin, bidin têgihandin û bipirsin. Tiştên niha tên jiyandin cihê wan di ti îdeolojiyan de nîne. Dema ku zarok bi rehetî nerazin, di cîhanê de tiştek bi başî naçe, ji xwe bila bi başî neçe jî! Wan bombeyan diavêjin me, di avêje ciwanan, zarokan, jiyanê û her tiştî. Ji bîr nekin em dibin heman esmanî denin."
(zt)