Jinên rojnameger ji bo Vildan Atmaca kartên şêwirmendiyê şandin
13:16
JINHA
STENBOL - Jinên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê û Komisyona LGBTÎ yan ji bo nûçegihana JINHA yê Vildan Atmaca û jinên girtiyên rojnameger daxuyanî dan çapemeniyê.
Jinên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS) û Komisyona LGBTÎ yan ji bo nûçegihana me Vildan Atmaca a ku li Wanê di dema şopandina nûçeyê de hatî binçavkirin û girtin û jinên girtiyên rojnameger li ber Liseya Galatasarayê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de jinan diruşmên "Bijî şêwirmendiya jinan" û "Çapemeniya azad nayê bêdeng kirin" hatin bilind kirin. Daxuyanî ji aliyê Sevda Karaca ve hat xwendin.
Sevda di 14'ê mijdarê de dema ku Vildan nûçe dişopand hatî girtin û bi hincentên propagandaya rêxistinê kiriye hîna di girtîgehê de ye bibîr xist û wiha got: "Weke delîl belavkirinên wê yên ser mediyaya civakî hîncet nîşan dane. Di nameya ku Vildan ji girtîgehê şandiye de hat dîtin ku ew bûye mexdurê lêgera tazî û gelek mafên wan tên binpêkirin. Her wiha di 16'ê kanûnê de dema ku nûçegihana JINHA yê Bêrîtan Canozer jî nûçe dişopand ji aliyê polîsan ve hat girtin û li Ford Ranger ê kirin û birin. Dema ku rojnamegerên jin karê xwe dikin bi tehdîdên kuştinê re ru bi ru dibin, tên girtin û dibin çavan de jî rastî lêgera tazî tên. Bi qedexeya derketina kolanan re me hemûyan tehdîd dikin. Bila Vildan û hemû rojnamegerên jinên girtî serbest bên berdan."
Piştî daxuyaniyê jinan ji bo Vildan û rojnamegerên jinên girtî kart şandin. Paşê jî li ser Cadeya Îstiklalê belavok belav kirin û çalakiya xwe li wê bi dawî kirin.
(zt)