Li Silopiya zarokên nexweş bi alaya sipî dibin nexweşxanê
13:23
JINHA
ŞIRNEX - Li navçeya Şehîd Harun a Sîlopiyê malbatek zarokê xwe yê nexweş ket kirin nava brandayê û ala spî hildan destê xwe û birin nexweşxaneyê.
Li navçeya Sîlopiya Şirnexê û qedexeya derketina derve di roja 5'emîn de ye êrîşên hêzên dewletê ya li dijî taxan berdewam dike. Li taxa Şehîd Harun malbata ku zarokê wan nexweş ket, kirin hundirê brandayê û alên spî hildan destên xwe û çûn nexweşxaneyê. Ligel bombebaranê malbatê israr kir zarokê xwe bibin nexweşxaneyê.
Li aliyê din jî li taxa Başakê du malên nêzî Dibistana Seretayî ya Gazîpaşayê li bodruma 2 malan de nêzî 100 kes di bin bombebaranê de mane. Hate hinbun ku hêzên dewletê bi dehan top avêtine qada navborî.
(zt)