Li Cizîrê zarokê 11 salî birîndar kirin

13:40

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê tîmên taybet zarokekî 11 salî ji piyê wî birîndar kir.

Li navçeya Cizîr a Şirnexê, êrîşê dewletê bênavber didome. Tîmên taybet li Taxa Cûdî zarokekî 11 salî yê bi navê Alî ku li ber derê malê dilîst, ji piyê wî birîndar kir.
Zarokê birîndar, ji ber êrîşên giran nikarin rakin nexweşxaneyê û li taxê tê rawestandin.

Di êrîşen 5 rojên dawî de li navçeyê 2 kes hatin qetilkirin, 3 ji wan zarok 7 kes jî birîndar bûn.

(rc)