Li Nisêbînê jinên pişt barîkatê
13:51
Kanûn
18
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê dewlet dibêje "em terorîstan digerin" lê li pişt barîkatan berxwedana jiyanê heye.
Li navçeyê ku cara 6. qedexe tê îlankirin, qedexeya dawî di roja 5. de ye. Li ser taxên Abdulkadîrpaşa, Yenîşehîr, Firat û Dîcleyê ji bo 7 saetan qedexe hat rakirin. Li taxên ku qedexe lê heyî jin li pişt barîkatan sîrûdan dibêjin û taxên xwe wiha diparêzin. Zarok jî di nava barîkatên qorîdera azadiyê, ev 5 roje nikarin ji malê derên û ji xwere bileyzin. Welatiyên ku dora barîkatan paqij dikin dibêjin "Barîkat karê me ye, paqijî karê me ye."
(rc)