Ji bo definkirinê cenazê Hediye Şen derxistin rê
14:26
Kanûn
18
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Ji bo definkirinê li Cizîrê cenazê Hediye Şen a 30 salî xistin rê.
Hediye Şen a 30 salî di 16'ê kanûnê de dema ku derketî baxçê mala xwe ew gulebaran kirin û bi 3 guleyan qetilkirin. Nehêlan heya hevserê wê jî kes biçin cenaze bigirin. Piştî 16 saetan cenazê Hediye rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê. Piştî karên otopsiyê ji bo definkirinê cenazê Hediye ber bi gundê Damla yê girêdayî navçeya Basan.
(aı/zt)