Leşkeran gule reşandin ser girseya ku herîkîne ber sînor

14:31

JINHA

DÊRIK - Leşkerên Tirk Rojavayiyên ku piştgiriya berxwedana Bakûr dikirin da ber guleyan.

Leşkerên Tirk, Rojavayiyên ku ji bajarên Dêrik, Girkê Legê û Tirbespiyê bi pêşengiya jinan, ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê çûn ser sînor da ber guleyan. Bi sedan welatiyên ku bi armanca silavkirina berxwedana gelê bakûrê Kurdistan herîkîn ber sînorê Cizîrê rastî êrîşê leşkera Tirk hatin. Hat zanîn ku gelek wesayîtên zirxî hatine bi cih kirin û sewqiyeta leşkeran pêk hatiye.

(rc)