Di 5 rojan de bi dehan mal şewitandin
15:35
JINHA
ŞIRNEX - Hêzên dewletê li Silopiyê di nav 5 rojan de bi dehan mal şewitandin. Êrîş û gefên dewletê yên li ser gel didomin.
Li navçeya Silopiya Şirnexê ku ev 5 roj in rewşa awarte berdewam dike, taxên taxên berxwedêr ên wekî Barbaros, Başak, Şehîd Harûn Boy, Yenîşehîr, Cudî û Nûh bi tanqan tên bombebarankirin. Di encama êrîşan de heta niha li taxa Nuhê 3'ê mal û di navde taxên Yenîşehîr, Cudî û Barbarosê heta niha gelek mal hatin şewitandin û xerakirin.
Destûra tefandinê nadin
Ligel êrîşan ambargoya li ser gel jî didome. Di çarçoveya ambargoyê de destûr nayê dayîn ku ekîbên îtîfayeyê şewata malan jî vemrînin. Hêzên dewletê wesayîtên îtfayeyê vedigerînin û gefan li gel û wezîfedarên şaredariyê dixwin.
Li taxê êrîşên hovane û li dijî êrîşan berxwedana gel didome.
(kom/eb/rc)