Bloka Aştiyê a Enqerê li ber Meclîsê çalakiya rûnitinê pêk anî

15:36

JINHA

ENQERE - Bloka Aşitiyê ya Enqere ji bo balê bikşîne ser şerê hikumeta AKP'ê ya li Kurdistanê li ber Deriyê Dîkmen a Meclîsê daxuyaniya çapemeniyê da û banga diyalog û muzakereyê kir.

Bloka Aşitiyê ya Enqere ji bo balê bikşîne ser konsepta şerê tunekirinê ya hikumeta AKP'ê, li ber Deriyê Dîkmen a Meclîsê çalakiya rûniştinê kir. Parlamenterê HDP'ê ya Çewligê Hişyar Ozsoy jî piştgirî da çalakiyê. Di çalakiyê de dirûşmeyên "Dîsa dîsa serhildan" û "Bijî bexwedana Kurdistan" hatin berzkirin.

Endama Bloka Aşitiyê Îlke Işik, bang li hikûmeta AKP'ê kir ku dawî li polîtîkayên şer bîne û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd diyalog û muzakere were pêşxistin. Parlamenterê HDP'ê yê Çewligê Hişyar Ozsoy jî diyar kir ku gelê Kurd di nav berxwedanê de ye û got " Ewqas sewqiyata leşkerî ya li Kurdistanê tirsa dewletê ya li hemberî berxwedanê nîşan dide."

Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşme û tilîliyan çalakiya rûniştinê kir.

(rc)