Li ana bulvara Amedê çalakiya runiştinê

16:01

JINHA

AMED - Li semta Ofisê devera ku sê cadeyan digihîne hev Parlementera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp û Şaredarê Pîranê yê berê Abdullah Akengin jî di navê de welatiyan dest bi çalakiya runiştinê kirin.

Dema ku welatiyan xwestin ji bo rakirina dorpêça ser Surê bimeşin rastî mudaxeleya polîsan hatin. Dema ku mudaxele hat kirin pevçûnan despêkir. Hîna li gelek deverên bajêr pevçûn berdewam dikin. Li semta Ofisê devera ku sê cadeyên Gevran, Ekinciler û Îstasyonê digihîne hev Parlementera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp û Şaredarê Pîranê yê berê Abdullah Akengin jî di navê de welatiyan dest bi çalakiya runiştinê kirin. Sibel got: "Dixwazin bi qirkirinên sivîlan canê gel bi êşînin. Heya dorpêçê nerakin dê çalakiya me berdewam bike. Bi polîtîkayên qirkirinê nikarin me paşde bidin. Welatiyên Surê nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bikin. Emê berxwedana xwe berdewam bikin."

Ji bo beşdariya çalakiyê welatî li derdora Sibel û Abdullah kombûn bi bilindkirina diruşman çalakiya xwe berdewam dikin.

(zt)