Nûçegihana me Bêrîtan Canozer ji ber 'dilgerime' hatî binçav kirin!
16:14
JINHA
AMED - Nûçegihana me Bêrîtan Canozer ku di dema şopandina nûçeyê de hatibû binçav kirin, 48 saetan di binçavan de tê ragirtin. Di îfadeya ku Emnîyeta Midûriyetê de hatî girtin de, bi hinceta 'dilgerime' bi guman dîtine û dema binçavkirinê heya 24 saetê din hatî dirêj kirin.
Nûçegihana me Bêrîtan Canozer a ku daxuyaniya çapemeniyê ya parlamenteran û meşa ji bo şermezarkirina dorpêçiya Sûrê dişopand, ji aliyê tîmên taybet ve bi hinceta 'kesek gumanbare' girtin binçavan. Nûçegihana me Bêrîtan Canozer 48 saeta ne li Şaxa TEM' ya Emniyeta Midûriyeta Amedê binçavan de tê girtin. Piştî îfade ji Bêrîtan li Emniyetê hat girtin, dema binçavkirinê heya 24 saetê din hat dirêj kirin.
Rûxmî tê zanîn ku Bêrîtan nûçegihane bi îddîayê 'kesek gumanbare' polîs pirsên skandal dipirse. Polîsên TEM'ê henceta binçavkirinê wek 'dilgerimî' nîşan dane. Hinceta girtinê jî wiha: "Di dema binçavkirinê de tevgerên we ên dilgerim bu sedema em we bigin."
(rc)