Jinan bi ser cihên qumara tombaleyê de girtin
16:56
JINHA
COLEMERG - Jinên Colemergê bi ser cihên ku lîstika tombaleyê lê tê lîstin de girtin û destûr nedan ku mêr bi tombelayê bilîzin û daxwaz kirin ku mêr dev jî lîstîka tombaleyê berdin.
Kongreya Jinên Azad (KJA) ya Colemergê bi ser cihên mêr lê qumara tombaleyê dileyîzin de girtin û bertek nîşanê lîstika qumarê dan. Çalakiya ku Hevşaredara Colemergê Fatma Yildiz û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek jin li ber avahiya DBP'ê kom bûn. Jinên ku di berê de cihên qumara ku tombala lê tê lîstin tesbît kiribûn di ser de girtin û destûr nedan ku mêr tombaleyê bileyîzin.
Mêrên ku li ser lîstika tombaleyê hatin girtin ji şerman rûyên xwe girtin û dev ji lîstika xwe berdan û bi lez ji cihên lîstikê veqetiyan. Her wiha xwediyê cihê lîstikê jî bertek nîşanê jinan da û destûr nedan ku dîmen bên kişandin.
'Risqên zarokên xwe didin qumarê'
Jina bi navê Sidika Kaya li wir axivî û ji mêran re got ku lîstika ku dileyîzin tiştek şerm e. Sidîka ji mêran re got ku li cihê ji mal û zarokên xwe re nan bibin tên li vir qumarê dileyizîn û ev tişt got: "Zarokên we li malê birçîne û li benda we ne ku hûn pariyek nan ji bo wan bibin. Lê hûn çi dikin risqê zarokên xwe bi tombelayê dilîzin. Ev ne raste divê hûn xwe di ber çavan re derbas bikin û demîldest dev ji vê yekê berdin."
'Gelên me tên kuştin em qumarê dileyîzin'
Sidîka êrîş û komkûjiya ku li Sur, Cizîr, Sîlopiya û Nîsêbînê pêk tên jî bibîr xwist û ev tişt got: "Li welatê me êrîşê dijwar çêdibin, zarok û jin tên qetilkirin. Em çi dikin li cihên qumarê rûniştine, çav û guhên xwe ji komkujiyan re digirin. Ev ji bo Colemergê tişta herî şerm e. Divê em rabin ser piyan û xwedî li gelê xwe derkevin."
Mêrên li cihên lîstêkê bûn jî soz dan jinan ku dê dev ji lîstika tombalayê berdin û cardin nelîzin.
(ho/rc)