Li Nisêbînê êrîş giran bûn

18:28

JINHA

MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan di roja 5'an de berdewam dike. Qedexeya ji bo rojekê hatî rakirin careke din dest pê kiir û li hemberî 4 taxan bi wesayîtên zirxî gulebaran pêk tê.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê serê sibê qedexeya derketina kolanan hatibû rakirin û piştî 7 seat şunda careke din qedexe hat îlankirin û bi qedexeyê êrîşan dest pê kir. Li hemberî taxên Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Firat û Dîcleyê êrîş pêk tên û mal tên gulebarankirin.

Berxwedana gel a li taxan berdewam dike û êrîş bi taybet li taxa Firatê zêde bûn.

(zt)