Li Silopiya topbaran yek jê giran 4 birîndar

18:30

JINHA

ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopiyayê dorpêçkirina leşker û polîsan û rêveberiya awarte ya dewletê didome. Leşkeran bi tangan êrîşî malan kir û kesek jê giran 4 kes birîndar kirin. Li taxa Başakê jî nêzî 200 welatiyên di bin êrîşê de asê mane.

Li navçeya Sîlopiyê ya Şirnexê dorpêçkirina tîmên taybet, polîs û leşkeran û rewşa awarte didome. Li navçeya ku bi tang û topan êrîşî taxan dikin, tangan dîsa malên welatiyan den ber guleyan û welatî birîndar kirin. Leşkeran li taxa Cudî ya Sîlopiyê li nêzî Dibistana Suleyman Demîrel guleya topê avêtin. Di êrîşê de jinek ji piyê xwe birîndar bû. Li taxa Başakê jî li nêzî mizgefta Mala Barzo ya kolana 417'an teqîn pêk hat. Di teqînê de zarok jî di navde 4 kes birîndar bûn. Li taxa Karşiyaka jî hat diyarkirin ku tîmên taybet ketine hin malan û welatî darp kirine. Hat zanîn ku li taxa Başakê Îsmail Aktaş û li taxa Nuh û Cûdî jî herî kêm 3 kes hatin binçavkirin. Li taxa Başakê li tenişta Dibistana Gazipaşa jî nêzî 200 welatî ji ber topbaranê li taxê asê man.

Li navçeyê tevgera helîkopteran didome.

(zt)