'Em ji bakur re dibêjin bi her awayî em li gel wene'

09:00

Şengar Biradost/JINHA

SLÊMANÎ - Li Başurê Kurdistanê nerazîbûnên li hember êrîşên ser gelê Bakurê Kurdistanê tên kirin zêde dibin. Jinên Başurê Kurdistanê gotin: "Em hemû yekin, niha êrîş li ser bakure sibê dora meye. Divê li hemer êrîşên topyekun berxwedana topyekun jî hebe, em tenê bi berxwedana topyekun dikarin biserkevin. Em ji bakur re dibêjin bi her awayî em li gel wene."

Jinên Başurê Kurdistanê di derbarê êrîşên ser Bakurê Kurdistanê berdewam dikin de nirxandin kirin. Endama Desteya Rêveberiya Tevgera KomelgeyAzadî Zeyneb Germiyanî da zanîn ku li Bakurê Kurdistanê êrîş hene divê hemû kurdên li her deverê dijîn li ji bo rasestandina êrîşan di nava hewildanan debin û wiha domand: "Em berxwedana Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Kerboran û Silopî û hemû bakûrê Kurdistan silav dikin. Em bejnaxwe li hember şehîdên berxwedanê di tewînin. Tekoşîna li bakûr tê meşandin encama ked û berxwedana Rêber Apo ye. Ji bo wê jî ji bo rakirina tecrîda ser Rêberê me divê em hemû bi berxwedana bakur re bibin yek."

'Rêveberiya cewherî ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêdiviyeke'

Zeyneb giringiya rêveberiyên cewherî ji bo Kurdistan û hemû Rojhilata Navîn jî wiha anî ziman: "Alozî û qeyîranên di Rojhilata Navîn û giştî cîhanê de heyî bi rewşa Bakurê Kurdistanê ve girêdayi ye. Ji bo em wek kurd nebin qurbanê siyaseta hêzên herêmê pêwîste em hemû xwedî li tekoşîna bakur derkevîn. Ji ber ku em hemû yekin, ti cudahî di nava me de nîne. Niha li bakur tekoşîna bidestxstina nasnamê tê kirin. berxwedana xwerêveberiyê gelek girine. Pergala xwerêveberiyê ne tenê ji bo gelê kurd ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn pêdiviyek jiyaniye."

Zeyneb ji bo piştgiriya berxwedana Bakurê Kurdistanê bang li Başurê Kurdistanê kir û wiha pêde çu: "Rola jinan, daykan, gencan û hemû pêkhateiyên civakî cihê ser bilindî û şanaziyê ye di nava berxwedanê de. Ji bo wê em bi her awayî piştgîrya berxwedan wan dikin. Îro jin di her qada jiyanê de xwedî li şoreşa jin û mirovahiyê derdikevin. Em bang li gelê her çar aliyê Kurdistan bi tayîbet başur û jinan dikin ku li hember hovêtiya dewleta tirk bêdeng nemînin, di her qadê de bi her awayî rabin ser piyan."

'Divê em piştgiriya Bakur bikin û bi hev re serkevin'

Aktîvîsta rêxistinên jinan Kîşwer Şerîf Fetah jî di derbarê êrîşên ser Bakurê Kurdistanê berdewam dikin û li hemberî wan êrîşan berxwedana gel de wiha axivî: "Berxwedana bakur tê meşandin ji bo hemu gelê kurde. Ji bo wê jî rolek giring dikeve ser milê me yên em li aliyên dinê yên Kurdistanê dijîn. Divê em jî rabin ser lingan dengê xwe li gel dengê wan bikin yek, ji bo em bi hev re bigihin encamê. Ji ber niha li bakur berxwedanek dîrokî tê meşandin, divê em jî para xwe li wê dîrokê bikin. Em hemû yekin, niha êrîş li ser bakure sibê dora meye. Divê li hemer êrîşên topyekun berxwedana topyekun jî hebe, em tenê bi berxwedana topyekun dikarin biserkevin. Em ji bakur re dibêjin em bi her awayî li gel wene."

Endama Desteya Rêveberiya RJAK'ê ya bajêrê Kerkukê Lavîn Nûredîn jî destnîşan kir ku ewê weke jin bibin pêşengê çalakî û piştgîrya berxwedana bakur û got: "Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku xwedî li berxwedana bakûr derkevin. Li ser tevahiya gelê kurd bi heman hişmendiyê êrîş dikin û komkujiyan dikin. Ger îro li Kurdistanê bê cudahî jin, zarok, kal û pîran qetil dikin, wê demê çima em van sînoran narakin û bi hev re berxwedanê bilind nakin. Em tenê bi yekîtî û hevgirtinê dikarin li hemberî van êrîşan bisekinin û bi ser kevin. Ji bo wê jî divê li her derê başur jî çalakî bên zêdekirin."

(zt)