Aysa Yuksel: Cizîr kelha berxwedanê ye
09:01
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX - Hevserka Meclisa Gel Asya Yûksel desnişan kir ku gelê Cizîrê ji bo rêveberiya xweser berxwe dide û wiha got: "Cizîra Botan ev şeş rojin ku berxwe dide û ewê berxwe jî bide Cizîre kelha berxwedanê ye. Ewê finala berxwedanê jî li Cizîr û Silopiya be.”
Li Cizirê qedexeya derketina kolanan di roja 6’an de berdewam dike. Gelê Cizîrê bi biryardariyake mezin berxwe dide. Dewleta ku bi polîs, leşker, hêzên taybet û cerdevanan êrîş dibe ser gelê Cizîrê heya niha du kesên sivîl qetilkirin û bi dehan kesî jî birîndar kirin. Hêzên dewletê li hewirdorê bi cîh bûne bi bimbe avêj, top û gûleyên rastî erîşî taxên Nur, Cudî, Yafes û Surê dikin. Di derheqê êrîşan û berxwedana gel de Hevseroka Meclisa Gel Asya Yûksel axivî û hemû kesê ku çavê wan li ser Cizîr û Silopiyayê silav kir û ev tişt anî ziman: "Ahmet Davutoglu dibêje ezê Cizîrê ji teroristan paqij bikim lê terorîzma herî mezin ew dimeşîne ne bi silihê biçûk êrîşê me dike bi topan bi ser me de tê. Xaniyên gel hedef digre. Kolanên Cizirê bûne wek kolanên Kobanê mizgeft tên hedef girtin. Gelê me nikaribû nimêja xwe ya înê jî bike.”
‘Axa me namusa me ye’
Asya desnîşan kir ku ew ji bo xweseriyê tê dikoşin û wiha pêde çû: "Em Cizîrê nadin destê kesî ev çend rojin bimbe bi ser Cizîrê de dibarîne li bi vî şeklî jî nikare têkeve Cizîra Botan.” Asya desnişan kir ku ew di bin dengê topan de jiyanek kominal dimeşînin û wiha dewam kir: "Bi xwarina nanê xwe hemû tiştê xwe parve dike.” Asya desnîşan kir ku axa mirovan namusa wan e û wiha bang kir: "Çi dibe bila bibe divê meriv dev ji axa xwe bernede. Bila kes dev ji taxa xwe bernede. Ez bang li hemû gelê Kurd û dostê wan dikim bila serhildanê xwe xurt bikin û deng bidin dengê me.”
‘Cizîr heya yek mirov jî tê de hebe teslîm nabe’
Asya got ku dewlet bi hêzek mezin bi ser Cizîrê de tê, lê nikarin têkevin Cizîrê û ev tişt anî ziman: "Di Cizîrê de heya yek kes hebe em Cizîrê teslîm nakin. Çawa ew dibêjin Silopiya û Cizirê final e ji bo me jî wê fînal a berxwedanê be. Cizir ji bo me keleha berxwedanê ye. Ev berxwedan jî ji bo me qeleye û fînal e, gerek bi her awayî em Cizîra Botan ji bin vê zilmê derbixin.
(zt)