Lîstokvan Ayça Damgacı: Yan emê biçin tevlî xendekan bibin yan jî …
09:02
JINHA
STENBOL - Lîstokvan Ayça Demgaci di derbarê êrîşên dewletê yên ser Bakurê Kurdistanê de wiha axivî: "Me dîmenên êrîşên ser parlementerê ji aliyê gel ve hatî hilbijartin dît. Ev tê wateya ku tu qet me hesab nakê. Wê demê di vê xalê de ezê çî bikim? Yan emê biçin beşdarî xendekan bibin, yan jî emê li bendê bimînin heya cigerê me parçe dibe."
Li hember êrîşên AKP'ê yên ser Cizîr, Silopiya, Kerboran, Nisêbîn û Surê gel bi parastina cewherî xwe diparêzin. Li deverên qedexe neyî her roj bi berxwedanê hewildidin dorpêçan bişkênin. şanoger, sînemavan û lîstoka diziyan Ayça Damgaci di derbarê polîtîkayên dewletê yên îlana qedexeya derketina kolanan de nirxandin kir. Ayça di dawiyê de li Silopiya êrîşên ser mala Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu bibîrxist û wiha domand: "Me dîmenên êrîşên ser parlementerê ji aliyê gel ve hatî hilbijartin dît. Ev tê wateya ku tu qet me hesab nakê. Wê demê di vê xalê de ezê çî bikim? Yan emê biçin beşdarî xendekan bibin, yan jî emê li bendê bimînin heya cigerê me parçe dibe."
'Gelo hun kîjan deveran ji kê paqij dikin?'
Ayça wiha berdewam kir: "Dema ku ez weke hunermendek hevokek weke ya ez li bi gelê kurd û Kurdistanê reme, çêbikim dê gelek şerm bibe. Tenê bila rijandina xwînê bisekine ez tiştek dinê naxwazim. Tahir Elçi ji got: 'Bila operason û êrîş bisekinin.' Li Meclisê parlementerên berê yên HDP û CHP'ê çalakî kirin. Kêmek be jî ev hinek xwe da hîskirin. Lê dema ku em li daxuyaniya Davutoglu gohdarî dikin dibêje; 'Emê li Nisêbîn û Cizîrê mal bi mal paqijiyê bikin.' Gelo ewê kîderê ji kê temîz bikin?"
'Dê AKP dawiya xwe bîne'
Ayça da zanîn ku heya her kes vedigerin pêvajoya çareseriyê dê talebên xwe berdewam bikin û wiha dom kir: "Çawan piştî salên 90'an hinek tişt ketin meriyetê, dê cardin tiştin çêbibin, divê em hêviyên xwe winda nekin. Ez bi awayek qedercî nabêjim, lê dê nifşê nû vî şerî vegerînin tiştek dinê. Dê AKP bi xwe dawiya xwe bîne. Ji ber me bi heman şêweyî berê jî ditiye."
(zt)