ODG-K mêrê tecevûzkar teşhîr kir!

09:07

JINHA

STENBOL - Mêrê tecevûzkar ji aliyê endamên ODG-K'ê ve hat teşhîr kirin. Vîdeoyek a ku tecevûzkar bi devê xwe her tişt vedibêje hat parvekirin.

Xwendekarê Zanîngeha Aydin a Stenbolê Remzî Atli, xwendekara ku nexwest navê xwe bide bi gotinên "Tu dizanî ez kîme?" bi peyaman her wê tehdît kiriye. Jinên xwendekar vê rewşê bi endamên Jinên Ciwanên Azad ên Demokrat yê girêdayî Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ) re parvekirin. Jinên xwendekar diyar kiribûn ku ew kes gelek car wan ketiye nava helwestên wiha û alîkarî ji endaman dexwaz kirin. Endamên ODG-K'ê tecevûzkarê bi navê Remzî Atli girtin û teşhîr kirin. Teşhîr kirina wî bi vegotina her tişî ku kiriye li ser vîdeoyê hat parvekirin.

Tecevûzkar Remzî Atli di vîdeoyê de wiha got, "Ji jinên xwendekar ên Zanîngeha Aydinê a Stenbolê min dexwaza jiyanek bêesil kir. Ji ber dexwazê min qebûl nekirin, ez ketim hewldana tacîz û tecevûzê. Ez ji xwe şerim dikim û ji tevahiya jinan lêborîna xwe dixwazim."

Di vîdeoyê de texta li pişt tecevûzkar yê ku hatî daliqandin û li ser nivîsê "ODG-K Hesabê Dipirse DEM-GENÇ" balê dikêşe.

(rc)