Dayîkên Aştî: Îro Hediye qetilkirin, sibe dê dore were me
09:19
INHA
DÎLOK - Endamên Meclîsê Dayîkên Aştî yên Dîlokê bertek nîşanî komkujiyên ku bin navê qedexeya derketinê de pêk tên dan û banga yekîtiyê li Kurdan kir û wiha gotin, "An aştî an aştî alternatifek din ji mera nîne. Di cîhanê de ji aştiyê tiştek xweştir nîne. Divê tevahî gelê me dengê berxwedanê bilind bikin."
Endamên Dayîkên Aştî ên Dîlokê bertek nîşanî polîtîkayên komkujiyên ên ku di bin navê qedexeyan de pêk tê dan. Berdevka Meclîsa Dayîkên Aştî a Şehîtkamîl Zeynep Kaygusuz bertek nîşanî konsepta şer da û got, gelê Kurd ji bo mafê xwe ên demokratîk têdikoşe û aştiyê dixwazin. Zeynep wiha domand: "Îro jin, ciwan, zarok û pîr tên qetil kirin. Em êdî naxwazin kes bimre, em tenê daxwazên xwe ên demokratîk dikin. Divê di demek nêzde ji bo aştî gav bê avêtin. Bila lingên qirêj ji ser axê me vekşên û destên bi xwîn ser me rakin."
'Divê em dengê berxwedanê bilind bikin'
Zeynep dayîka sê zarokan Hediye Şen a ku li Cizîrê hatî qetilkirin bi bîrxist û diyar kir ku divê li hember komkujiyên ku pêk tê her kes destê xwe dane ser wîjdana xwe û wiha got: "Pêwîste li hember komkujiyê em bêdeng nemînin. Divê hemû civak bibe yek. Ez bang li hikûmeta AKP'ê dikim; Dawî li vî şerê ku we daye despêkirin bînin û destên xwe ên qirêj ji ser axa me vekşînin. Heya dilopê xwîna xwe a dawî em ê ji bo aştiyê têbikoşin. An aştî an aştî alternatîfek din ji mera nîne. Di cîhanê de ji aştiyê tiştek xweştir nîne. Divê tevahî gelê me dengê berxwedanê bilind bikin."
'Eger em bibin yek aştî wê pêk were'
Endama Meclîsa Dayîkên Aştî yên Dîlok Perîşan Akin derbarê konsepta şer de wiha got: "Ez bang li tavahî dayîkan dikim; êdî bese bila tev rabin ser piyan. Em wek dayîkên aştî aştiyê dixwazin. Ên ku tên qetilkirin Kurd an jî Tirk ferq nake, li holê mirinê sivîlan pêk tê. Kezeba me dişewite. Divê dawî li vê xwîn rijandinê bê. Dema yekîtiya gelê Kurd hatiye. Eger kurd bibin yek dê aştî jî pêk were."
'Em ê tev gelê xwe li berxwebidin'
Endama Meclîsa Dayîkên Aştî yên Dîlok Momîn Vesek jî wiha bang li Serokomar Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Ahemt Davutoglu kir, "Şerê ku ji bo berjiwendiya xwe we daye despêkirin bi dawî bînin. Tu êşa ku gelê kurd dikşîne nabînî, çima pêşî li leşker û polîsan nagre? Em wek dayîk dê her dem li ba zarokê xwe bin. Gelê me ne bi tenê ye, em ê her bi hevre hebin."
(rc)