Jin jiyana xwe bi komînan înşa dikin

10:16

JINHA

EFRÎN - Jinên gundê Bablît ê kantona Efrînê civîna xwe lidar xistin û komîna xweser ava kirin.

Civîna li dibistana gund, bi beşdariya jinên kurd û ereb û Rêveber Rêxistina Yekîtiya Star Asya Menan hat lidarxistin. Civîn bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir. Piştre Rêvebera Yekîtiya Star Asya Menan axivî û bal kişand ser girîngiya komînên jinan. Asya diyar kir ku avakirina komînan ji bo jinan gaveke girîng e û got: “Bi riya komînan jin xwe birêxistin dikin û heûbna xwe di civakê de destnîşan dikin. Komîn derfeta perwerde û zanistiyê jinan e.” Piştre bi hilbijartinan komîna Şehîd Doz hat avakirin. Jinên bi navên Helîma Mihêmîn, Necah Ismaîl Ebilezîz û Almaza Mistefa Îbiş ji bo rêveberiya komînê hat hilbijartin. Navê komînê li ser navê şehîd Doz a ku di êrîşên dawiyê yê çeteyan li gundê Meryemîn de jiyana xwe ji dest da, hat kirin.

Di civînê de Komîteya Perwerde, Lihevanînê, Aborî û Jinên Ciwan hatin avakirin.

(rc)