Li Silopiyê 2 zarok hatin qetilkirin
10:57
Kanûn
19
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Li Silopiyê hêzên dewletê bi topbaranê 2 zarok qetilkirin. Cenazeyên zarokan ên di bin enkazê de mayîn ji hêla welatiyan ve hatin derxistin.
Li Silopiya Şirnexê komkujiya dewletê ya li hemberî gel berdewam dike. Di encama êrîşên dewletê yên şevê din bi tang û topan li hemberî Taxa Nuh pêk hatin de 2 zarok din jî hatin qetilkirin. Hate ragihandin guleyek topê li malê ketiye û di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Cenazeyê 2 zarokan ji hêla niştecihên taxê ve ji bin enkaza malê hatin derxistin.
(ekîb/eb/rc)