KJK: Azadî bi berxwedan û avakirina jiyana nû re bi dest dikeve

12:07

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - KJK'ê diyar kir ku azadî bi berxwedan û ji nû ve avakirina jiyana nû re bi dest dikeve û got, "Em bang li hemû gelan, bi taybetî jinan dikin ku li dijî desthilatdariya AKP'ê têkoşîneke hevpar bimeşînin û bi hev re jiyana azad ava bikin."

Koordînasyona KJK'ê ragihand ku feraseta siyaset û jiyanê ya zîhniyeta bi serdestiya mêr xwe dispêre şer, komkujî, mêtîngerî û kolekirinê. KJK'ê di daxuyaniya xwe de got, "Hovîtiya îro li Rojhilata Navîn li ser bingeha zîhniyeta AKP-DAIŞ'ê tê kirin, temsîla şênber a vê yekê ye. Ev zîhniyet û desthilatdariya gemarî ya dijminê mirovahiyê dixwaze li ser tevahiya jiyanê serdest be. Lewma her şêwe komplo, derew û rêbazên şîdetê bi kar tîne. Armanca esasî ya faşîzma AKP'ê girêdan û teslîmgirtina civakê ye. Parastina desthilatdariya xwe ya gemarî û zêdekirina pereyan bûye yekane armanca pîroz a AKP'ê û hemû nirxên civakî hatine binpêkirin. Li Tirkiyeyê zîhniyeta mêr a faşîst, di nava sala dawî de bi awayekî bêeman êrîşî hemû hêzên demokrasî û azadiyê dike û dixwaze her kesî teslîm bigire. Li hemberî Rêber Apo polîtîkaya tecrîd û îzolasyonê tê meşandin, hemû têkiliyên wî yên bi gelê me re tê birîn. Tecrîda li hemberî Rêberê me, tecrîda li hemberî jin, gel û azadiyê ye. Nayê qebûlkirin. Û sedemeke bingehîn a serî hildanê ye."

'Faşîzm dijminatiya li xweza, jin, gel û kedkaran e'

KJK'ê destnîşan kir ku faşîzm, rejîma rêveberiyê ya li ser bingeha tirsên civakê ye û ev yek destnîşan kir: "Rejîma faşîst ji xwe, ji derdora xwe ji her tiştî ditirse. Bi taybetî ji zanebûn, rêxistinbûyîn û berxwedana gel û jinên Kurd ditirse. Tevlîbûna jinan bi awayekî wekhev li jiyanê, bûyîna xwedî mafê gotinê, naskirina xwe û vînbûyîna jinê, faşîzmê gelekî ditirsîne. Ji ber ku faşîzm li ser bingeha kolekirina gelan û jinan dikare hebûna xwe biparêze. Faşîzm dijminatiya li xweza, jin, gel û kedkaran e. Desthilatdariya AKP'ê dixwaze hêzên demokrasiyê yên bi pêşengiya Rêber Apo mezin dibin bi polîtîkayên xwe yên şerê taybet re tine bike û bi vî rengî dixwaze emrê xwe dirêj bike."

'Xwerêveberî mafê herî xwezayî yê jinan û Kurdan e'

KJK'ê da zanîn ku fazîzma AKP'ê xwe ji şer xwedî dike û wiha domand: "Di wê baweriyê de ye ku bi şer, xwîn û komkujiyê re dikare encamê werbigire. Di sala dawî de, rûyê xwe yê mêr ê serdest ê hov nîşan da û bi qetilkirina bi sedan jin, ciwan û zarokan re, ji heye ku ew ê hebûna xwe bidomîne. Mîna Dehak ê zalim hesaban dike ku bi qetilkirina jin û ciwanên Kurd re dikare emrê xwe dirêj bike. Lê belê planên komkujiyê yên AKP a xwedî heman zîhniyeta DAIŞ'ê ye, wê bi ser nekevin. Jin û ciwanên Kurd li Sûr, Cizîr, Gever, Silopiya, Nisêbîn û her devera Kurdistanê li ser bingeha berxwedanê jiyana nû ava dikin û hemû êrîşan pûç dikin. Xwerêveberî mafê herî xwezayî yê jinan û Kurdan e. Ji nû ve avakirina jiyanê bi destê xwe ye. Li ser bingeha ziman û dîroka xwe, bi hemû gel û baweriyan re jiyaneke bi dostane û wekhev e."

'Terikandina cih û warê xwe kolebûyîn e'

Daxuyaniya Koordînasyona KJK'ê bi vî rengî dewam kir: "Lewma jinên azadî, wekhevî û edaletê dixwazin bi xurtî xwedî li xwerêveberiyan derdikevin. Di nava xwerêveberiyên li Kurdistanê de, di nava berxwedanê de ji xwe jin hene. Girîng e hemû Kurdistanî û jin li her derê destekê bidin hev, hemû bajar û gund hêz û piştgiriyê bidin hev. Divê ti kes ji bajar, gund û taxa xwe dernekeve û neçe ti cihî. Koçkirin, terikandina cih û warên xwe, kolebûyîn e. Yên welatê xwe biterikînin, yên dev ji têkoşînê berdin, wê nikaribin bi hêsanî xwe komî ser hev bikin.

Divê jin li dijî faşîzma AKP'ê bibin yek

Hemû jinên li Tirkiyeyê yên azadiyê dixwazin, divê li dijî faşîzma AKP'ê bibin yek. Hemû hêzên ji demokrasî û têkoşîna azadiyê bawer dikin, pêwîste li dijî faşîzma AKP'ê derkevin. AKP faşîzm e. Tirs e. Hedefa êrîşên AKP'ê hêzên demokrasiyê, tevgera Kurd, têkoşîna azadiyê ya jinê ye. Ji ber ku serketin û berxwedana bloka azadî-demokrasî-wekheviyê, bi temamî tinebûna AKP'ê ye. Li ser vê bingehê em hemû Kurd, jin û hêzên azadîparêz ên li tevahiya Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê, li derveyî welat û parçeyên din ên Kurdistanê li ber xwe didin, bi rêzdarî silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku bi meşa bi hev re ya gelên me re, bi taybetî jî bi têkoşîna hevpar a jinan re em ê bi ser bikevin. Ancax li ser bingeha berxwedanê em dikarin jiyaneke azad û wekhev bi rûmetî ava bikin. Bi vî rengî em dikarin bi rûmetdarî cihê xwe di dîroka mirovahiyê de bigirin. Azadî bi berxwedan û ji nû ve avakirina jiyanê re dikare bi dest bikeve. Di serî de jin em bang li hemû gelan, kedkar û bindestan dikin ku li dijî desthilatdariya AKP'ê têkoşîneke hevpar bimeşînin û bi hev re jiyana azad ava bikin."

(rc)