Prof. Dr. Şebnem Fincancı: Hîna Ruanda û Bosna yekdinê nehatî jiyankirn divê her kes rabe
12:28
JINHA
STENBOL - Prof. Dr. Şebnem Fincancı diyar kir ku tiştên li Kurdistanê tên jiyan kirin weke yên dema Bosna û Ruanda şerma dîrokêne û wiha got: "Ji bo carekdin şermek dîrokê neyê jiyan kirin em bang li raya giştiya Tirkiyê û navnetewî dikin; Dê her tişt gelek dereng bikeve, ji bo wê jî divê her kes bidenê herî bilind beşdarî çalakiyan bibe ji bo dereng nekeve."
Li Kurdistanê dewlet bi tang û topan êrîşî bajaran dike. Gel li hember êrîşan bi parastina cewherî parastina xwe ya rewa dikin. Hiquqvan dibêjin; "Tiştên li vêderê tên jiyan kirin der qanûnîne, divê bên darezandin." Prof. Dr. Şebnem Fincancı ya ku weke pispora tibê peyîwirdare diyar kir ku berî niha êrîşên tupyekun ser Kurdistanê berdewam dikin di dîroka nêz de li Bosna yê jî êrîşên qirkirina nijadî hatin kirin, ji bo şermek dîrokê neyê jiyan kirin banga hestiyariyê li her kesê kir.
'Îlana qedexeya derketina kolanan îskenceya vekiriye'
Şebnem da zanîn ku îlanên qedexeya derketina kolanan Belavoka Navnetewiya Mafê Mirovan a Ewrupayê jî di navê de di ti hevpeyîmanên navnetewî de nayên dîtin. Şebnem destnîşan kir ku ew bi rewşek derhiquqî re ru bi rune. Şebnem bilêv kir ku îlana qedexeya derketina kolanan îskenceya sîstematîke û wiha domand: "Îlana qedexeya derketina kolanan îskenceya derunî û fîzîkiye. Ji xwe ev îskence tenê bi qedexeya derketina kolanan jî namîne. Depoyên avê diteqînin, elektirîkê digirin mirov bi ti awayî nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî dabîn bikin."
'Ruanda û Bosna tîne hişê mirovan'
Şebnem anî ziman ku di dîrokên nêz de êrîşên topyekun yên şerma mirovahiyê nîşan didin Ruanda û Bosna jî hene û wiha berdewam kir: "Bi îlana qedexeyên derketina kolanan, dibin wê de jî êrîşên tên kirin, di wan êrîşan de qetilkirina jin, zarok, kal û pîran Serokomarê Tirkiyê bi van kirinan, berpirsiyariyek giran dixe ser milê dewletê. Bi van kirinan dê di dema pêş de me hemûyan di nava şermek dîrokî de bihêle. Ev tiştên tên kirin, dema ku ez ser gorên komiyên Bosnayê dixebitîm bi bîra min dixe. Li Bosnayê jî qetilkirina ewqas mirovan qet deng dernexist. Dîsa di sala 1994'an de qirkirina Ruandayê tîne hişê mirovan. Ji ber ku li Ruandayê jî dewlet bêdeng ma sucdar derket. Ji bo ku şermek din li Kurdistanê jî neyê jiyîn divê hem raya gişti ya navnetewî û hem jî raya giştiya Tirkiyê têkeve nava tevgerê. Ji bo her tişt pir derneg nemîne demek beriya demekê her kes çî ji destê wan tê divê bikin." Di dawiyê de Şebnem bilêv kir ku divê hemû parêzvanên mafê mirovan li kirinên ku li Kurdistanê tên kirin xwedî derkevin.
(zt)