Êrîşên dewletê dê li Midyadê bên şermezarkirin
12:53
JINHA
MÊRDÎN - Rêxistinên HDP û BDP'ê yên Midyadê bi armanca şermezarkirina êrîşan û piştgiriya berxwedana qadên xwerêveberiyê dê sibê daxuyanî bidin û meş li dar bixin.
Nerazîbûnên li hemberî êrîşên dewletê yên li Nisêbîn, Cizîr, Silopî û Kerboranê berdewam dikin. Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Midyada Mêrdînê bi armanca piştgiriya berxwedana gel û şermezarkirina êrîşan dê li ber avahiya Rêxistina HDP'ê ya Midyadê seat di 13.00'an de daxuyanî bê dayîn û piştre meş bê li darxistin.
Rayedarên HDP û DBP'ê yên navçeyê bang li hemû gelê Dêrikê kirin ku ji bo piştgiriya berxwedana gel û şermezarkirina komkujiyên dewleta tirk tev li çalakiyê amede bibin.
(ekîb/eb/rc)