Hêzên dewletê êrîşî gundiyê dimeşiyan Silopiyê kir
12:54
JINHA
ŞIRNEX - Li hemberbî êrîşên dewletê yên li ser Silopiyê hemwelatiyên gundan ber bi navçeyê ve dimeşin. Hêzên dewletê gel gulebaran kirin.
Li hemberî êrîşên dewletê yên li ser gel, hemwelatiyên gundên Silopiya Mêrdînê ber bi navçeyê ve meşiyan. Gundiyên Kolya, û Gundê Mala Dîno li gundê Xirbokê gihiştin hev. Gundî bi armanca şikandina dorpêçê û şermezarkirina êrîşan ber bi navçeyê ve dest bi meşê kirin. Gundiyên dest bi meşên kirin li derketina gund rastî astengiya hêzên dewletê hatin. Li ser israra meşê ya gundiyan, hêzên dewletê pêşiyê bombeyên gazê avêtin û piştre jî gel gulebaran kirin.
Êrîşên dewletê û berxwedana gundiyan berdewam dike.
(ekîb/eb/rc)