ÎHD'a Colemêrgê komkujiya 19'ê Kanûnê şermezar kir
13:12
JINHA
COLEMERG - Şaxa ÎHD'a Colemergê minasebeta selvegera êrîşa ku di 19'ê Kanuna 2000'an de li ser girtiyan pêk hat, şemezar bikin dawuyanî dan çapemeniyê.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Colemergê bi minasebeta selvegera êrîşa ku di 19'ê Kanuna 2000'an de li ser girtiyan pêk hat, şemezar bikin dawuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber Girtîgeha Colemergê pêk hat. Hevserokê HDP'ê Asim Ozcan, Şaxa KESK'ê ya Colemergê û gelek endamên ÎHD'ê tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Mirov bi mafê xwe mirov e" hat vekirin û kesên tevlî daxuyaniyê bûn.
Serokê Şaxa ÎHD'a Colemergê Îsmaîl Akbulut daxuyanî xwend û diyar kir ku 19'ê Kanunê di dîrokê de wek roja rêş cihê xwe girt. Îsmaîl operasyona ku di sala 2000'an de li ser navê "Vegera jiyanê" êrîşên li ser girtiyan bibir xist û anî ziman ku dewlet bi vê êrîşê desthilatdariya xwe nîşanda û ev tişt got: "Dewlata tirk bi salan e li ser girtiyan polîtîkayên cuda dide meşandin û dixwazi vîna wan bişkine û dil bigire. Lê em baş dizanin ku girtî heya dawiyê li ber xwe didin û teslîmê hişmendiya deshilatdar nabin."
(zyd-ho/zt)