Rojava berxwedana Bakûr silav kir
13:33
JINHA
DIRBÊSIYÊ - Bi Hezaran welatiyên Kantona Cizîr a Rojava li dijî teror û qatlîamên dewleta tirk a li dijî kurdan pêk tîne şermezar kirin û piştgirî dan berxwedana bakûrê Kurdistanê.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo piştgiriya berxwedana bakûrê Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta tirk li bajarê Dirbêsiyê meşek mezin organîze kir. Meşa ku bi beşdariya hezaran welatiyên ji bajarê Dirbêsiyê, Serêkaniyê, Hesekê, Zirganê, Amûdê û Qamişlo yên Kantona Cizîrê hatine pêk hat, li pêşiya Navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Dirbêsiyê dest pê kir.
Girseya ku wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê û alên TEV-DEM’ê û pankartên bi nivîsên “Rihê azad dîl nayê girtin”, “Em berxwedana Bakûr Silav dikin” û “Em piştgiriya berxwedana ciwanên Bakûr dikin” hildabûn heta Deriyê Şanyort sînor ê Şanyort ê di navbera bajarê Dirbêsiya serxetê û binxetê de meşiyan.
Li Deriyê Sînor ê Şanyort li ser navê TEV-DEM'ê Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Cizîrê Edalet Omer, li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Mihemed Nebî Kutê, li ser navê Rêxistina Yekîtiya Star Şemisxan Gulo, li ser navê Mecîsa Biratiya Gelan a bajarê Hesekê Ehmed El-Şimerî, li ser navê Yekîtiya Ciwanên Rojava Rênas Efrîn û li ser navê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst (MLKP) Cîhan Aşk Asiya axivîn.
Axafvanan diyar kirin ku ew amade ne bi hemû derfetên xwe yên madî û manewî li hember êrîşên dewleta tirk li ser sivîlên bakûrê Kurdistanê piştgiriya berxwedana gelê Bakurê bikin. Di axaftinan de bang li tevahî ciwanên Kurdistanê hat kirin ku têkoşîna xwe li hember êrîşên li her çar aliyê Kurdistanê xurt bikin û destkeftiyên xwe biparêzin.
(rc)