Derket holê ku Hediye Şen bi 8 guleyan hatiye qetilkirin

14:50

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê di rarpora otopsiyê ya dayîka 3 zarokan Hediye Şen de derket holê ku bi 8 guleyan hatiye qetilkirin.

Li Taxa Cudiya Cizîrê rapora dayîka 3 zarokan Hediye Şen a 3 roj berê hatî qetilkirin hat diyar kirin. Di lêpirsîna hatî vekirin de dozger biriyara veşartinê da. Ji Girê Turba Caferî Sadik de bi gulebarana tîmên tayîbet Hediye hat gulebaran kirin û qetilkirin. Lê ji ber ku ev rastî di rapora otopsiyê de derket, dema ku parêzerê malbatê çu bi hincetên 'biriyara veşartinê' destur neda lêkolîn bike. Li gel îtiraza dozger jî Parlementera HDP'ê ya Mûşê Burcu çelik rapora beriya otopsiyê xwend û agahiyên heyî par kir.

Burcu da zanîn ku dayîka 3 zarokan Hediye bi 8 guleyan hatiye qetilkirin û got: "Qetilkirina dayîka 30 salî têr nake, vêcarê jî mafê malbatê yê qanunî bi rêya parêzerê xwe hînbûnê jî asteng dikin. Dixwazin bi vî awayî cînayetên dikin veşêrin."


(zd/zt)