Nûçegihana me Bêrîtan Canozer dê sewqî edliyê bikin

15:49

JINHA

AMED - Nûçegihana me Bêrîtan Canozer a ku di dema şopandina nûçeyê de hatibû binçav kirin piştî qontrola tendûristî dê sewqî adliyê bê kirin.

Nûçegihana me Bêrîtan Canozer di 16'ê Kanûnê de di dema şopandina çalakiya protesto ya li hember dorpêç û êrîşên ser navçeya Surê de ji aliyê tîmên taybet ve bi hinceta "kesek gumanbar"e hat binçav kirin. Bêrîtan Canozer 3 rojin li Şaxa TEM' ya Emniyeta Midûriyeta Amedê tê girtin. Bêrîtan piştî îfade da emniyetê 24 saetan dema binçavkirinê hat zêde kirin. Rûxmî tê zanîn ku Bêrîtan nûçegihane bi îddîayê 'kesek gumanbare' hat binçav kirin. Nûçegihana me Bêrîtan piştî qontrola tenduristiyê dê sewqî edliyê bê kirin.

(rc)