Tabûra HPC a xweser hat avakirin
17:08
JINHA
KOBANÊ - Yekemîn tabûra jinan a Hêzên Parastina Civakî li Kobanê hat avakirin.
Akademiya Şehîd Dilovan a Hêzên Parastina Civakî dewreyeke Hêzên Parastina Civakî a bi navê dewreya Şehî Rêvan ya ku di şerê Kobanê de çalakiya fedayî pêk anî, ku 15 rojan dom kir, bi merasîmeke ku li gundê Şêranê yê li rojavayê Kobanê, bi merasîmekê bi dawî kir. Beşdarên dewreyê yên ji bajarê Kobanê û gundên derdorê waneyên derbarê, Dîroka Kurdistanê, rastiya serokatiyê, dîroka jinê û dersên derbarê bikaranîna çekan, dîtin. Di merasîma bi dawîkirina dewreyê de nûnerên TEV-DEM’ê, Rêxistina Yekîtiya Star û bi dehan endamên saziyên civaka sivîl, amade bûn. Piştre jî Endama Rêveberiya Tevgera Civaka Demokratîk Ayşe Efendî û Endama Rêveberiya Rêxistina Yekîtiya Star Sara Xelîl axivîn.
Di destpêka axaftinan de avakirina tabûra jinan hat pîrozkirin. Di axaftinan de hat gotin ku divê hemû gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê bên parastin û divê Hêzên Parastina Civakî derbarê hemû tevgerên bi guman bên agahdarkirin. Di dawiya merasîman de, şêranî li beşdaran hat belavkirin û govend hat gerandin.
(rc)