Nûçegihana me Bêrîtan a bi hinceta 'bikelecane' binçavkirin hat girtin

18:25

JINHA

AMED - Nûçegihana me Bêrîtan Canozer a ku di dema şopandina nûçeyê de hat binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hat girtin.

Nûçegihana me Bêrîtan Canozer a ku di 16'ê kanûnê de dema ku di çalakiyên ji bo rakirina dorpêça ser Surê de nûçe dişopand hat binçavkirin sewqî dozgeriyê kirin. Bêrîtan 3 rojan di Şaxa TEM ya Emniyeta Muduriyeta Amedê de hêlan û îro piştî qontirola tenduristiyê ew şandin dozgeriyê. Piştî lêpirsîna dozgeriyê bi îdiaya "Bi zanabûn û dildarî alîkariya rêxistinê kiriye" sewqî dadgehê kirin. Nobedarê dadgehê jî bi heman hincetê biriyara girtina Bêrîtan dan.

(zt)