Li vî bajarî jin destûr nadin ku mêr bi qumarê bilîzin
09:08
Hulya Okalîn/JINHA
COLEMERG - Bajarê Colemergê ya ku herî zêde pirgirêka aborî lê tê jiyan kirin e. Mêr li qumarxanê tombeleyê dileyîzin û li malê tundiyê li hember jinê pêk tînin. Jinên Colemergê jî li hem berî vê pirgirêkê çalakiya alternatîfa di ser girtina qumarê dan meşandin û destûr nadin ku mêr qumarê bilîzin. Aktîfîsta KJA'ê Hatîca Îdem diyar kir ku pirgirêka qumarê encax wiha dê bê çareserkirin.
Yek ji herema bakûrê Kurdistanê ya ku herî zêde dewlet li ser radiweste bajarê Colemergê ye. Dewlata tirk ku di sala 1990'an de li herema Colemergê gundan davalakirin û bi hezaran welatî ji gundên xwe bi zorê hatin goçkirin. Welatiyên ku ji gund goç bûn ji ber neçariya xwe li bajaran bi cih bûn û jiyana xwe li wir berdewam kirin. Dewlet li bajaran li ser gelê kurd polîtîkayên bişavtinê da meşandin û gelê kurd bi her awayî ji çand û civaka wan dur dike. Piştî bişavtina ziman niha jî hewl dide ku civakê bi bêkariyê ji çanda wan dur bike. Yek ji polîtîkayên dewletê jî jiyana bêesil e û welatî ji ber bêkariyê zû dikevin kemîna bişavtinê.
'Jin di ser cihên qumarê de girtin'
Welatiyên Colemergê ji ber bêkariyê berê xwe didin cihên qumarê û bi qumarê dileyîzin. Mêrên ku qumarê dilîzin jî hem ji çanda civakî dur dikevin hem jî li ser jinê tundî pêk tînin. Li ser vê yekê jinên Colemergê ji bo, ji vê pirgirêkê re bibin çare ketin nav liv û tevgerê. Jinan biryar dan ku dê li ser cihên ku qumar lê tên lîstin de bigirin û destûr nedin ku mêr bi qumarê bileyizin. Bi rojan e ku jin yek bi yek di ser wan de digirin û wan rexne dikin.
'Dewlet me di welatê me de asîmîle dike'
Aktifîsta KJA'ya Colemergê Hatîce Îdem di derbarê çalakiyên xwe de axivî û diyar kir ku ji ber di encama lîstina qumar de jin dibin maxdur li hemberî pirgikêka qumarê altarnatîfek wiha fikirîn e. Hatîce li ser pirgirêka aboriya Colemergê jî rawestiya û wiha got: "Ji sala 90'î de dewletê bi zorê gundan valakir û çûyina gundan qedexe kir. Bi hezeran kes neçar man û berê xwe dan bajaran. Lê mixabin ku li bajaran jî tu derfetên kar û xebatê tune. Jixwe hemû hewldana dewletê jî ev e belavkirina gelê Kurd e. Lê gele me naçe û dev ji erka xwe bernade û dewlet wan di bajarê wan de asîmîle dike."
'Li ser qumarê jin rastî tundiyê tên'
Hatîce di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku encama lîstika qumarê herî zêde jin dibinîn lewra ew ketin faliyetê û çalakiya wiha dan dest pê kirin û wiha got: "Di çanda kurdan de qumar tune. Lê îro em dinêrin ku li Colemergê mêr herî zêde bi qumarê dilîzin. Kar û barê mêrên Colemergê qumara tombalayê ye û li ser qumarê li ser jinê tundiyê didin meşandin. Her roj dayîk û jinên ciwan li ser vê pirgirêkê serî li me didin û gazincan dikin. Gelek jin hene ku ji aliye hevjînên xwe ve rastî tundiyê tên. Em jî fikîrin gelo em dikarin çi bikin, herî dawî sergirtin ket bîra me û em ketin faliyetê. Mêr ji van tiştan şerm dikin me jî xwest ku wan di nav şermê de bihêlin."
'Sedema qumar lîstinê dewlet e'
Hatîce li ser polîtîkayên dewletê jî derbirî û ev tişt anî ziman: "Sedema qumarê dewlet e. Dewlet çavên xwe ji vê yekê re digire. Îro em dibînin her ciwaneke ku qala azadî û mafê xwe dike wî/ wê digire û bi salan di girtîgehê de girtî dihêle. Lê mixabin ku ji karê qumar û fihuşê re çavên xwe digire û tu tişt nake. Ne derfetên kar dide wan ne jî ji bo wan ji qumarê dur bike tiştek nake. "
Hatîce di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku dê heya lîstika qumara tombaleyê bi dawî bibe û mêr dev jî qumarê berdin dê çalakiya xwe berdewam bikin.
(rc)