Malbatên di salên 90'an de hatîn koçber kirin: Ew nikarin me
09:09
Duygu Erol-Habibe Eren / JINHA
ENQERE - Li Kurdistanê bi hefteyane dorpêç û qedexeya derketina kolanan berdewam dike, dewlet zora koçberiyê li welatiyan dike. Jinên di sala 1994'an de ji gundê Ordekliyê koçî taxa Turkozu ya navçeya Mamak a Enqerê kirine gotin: "Li gel hemû valakirina gundan, qetilkirin, girtin û îskenceyan hîna em tekoşîna xwe berdewam dikin."
Êrîşên dewletê yên di salên 90'an de ser Kurdistanê berdewam dikirin piştî 25 salan hîn zêdetir giran bûn û ketin rojevê. Di salên 90'an de dewleta bi şewitandina gundan, faîlên kiriyar nediyar û îskecnê di hişê me de mayî îro jî navend û navçeyan digire bin dorpêçê. Bi îlanên qedexeya derketina kolanan re bi sekvanan, tank, topan, îskence û tecawîzê cardin derket holê.
Hanife Konyar, bawerî û biriyarbûna xwe ya ji bo berxwedana gelê kurd wiha anî ziman: "Di sala 1991'an de birayê min tevlî gerila bû. Di sala 1992'an de şehîd ket. Di wan deman de ji tirsan kesê nedikarî li cenazên gerilayan xwedî derkevin. Ji sala 1993-94'an du salan em li Colemêrgê girtin bin lêpirsînê. Em girtin nezaretê û îskence li me kirin. Ji me re digotin; 'Hun dewletê parçe dikin.' Lê em dewletê parçe nakin. Em doza mafê xwe dikin, em nexşerêya Rêber Apo xêz kirî dişopînin. Di dawiyê de em neçar man ku koçî metrepolên Tirkiyê bikin. Em û hinek mirovên xwe li Enqerê bicîh bûn. Me dubare dest bi tekoşîna xwe kir û emê berdewam dikin." Hanife da zanîn ku ew bi wêneyê kurê xwe Cuneyt ê ku di gulana sala 2014'an de li Kobanê şehîd ketî ve bûye nûnera HDP'a navçeya Mamakê û heya gelê kurd digihe mafê xwe dê tekoşîna xwe berdewam bikin.
Hanife wiha berdewam kir: "Heya hemû gelê kurd digihin mafê xwe û Rêber Apo azad dibe bi can û malê xwe emê tekoşîna xwe bilind bikin.
‘Dema ku kurd bihêz dibin êrîşên dewletê jî zêde dibin’
Hasret destnîşan kir ku di salên 90'an de li ber çavê wan dewletê gundê wan şewitandiye û wiha berdewam kir: "Li ber çavê me birayê min û kurê mamê min qetilkirin. Li ber çavê zarokên birayê min mala wan şewitandin. Em kurd bihêzin. Em li ti deveran tine nabin. Ew çî bikin jî kurd hene. Dema ku dîtin kurd bihêzbûn, HDP bihêzû, parlementer zêdebûn, êrîşên dewletê jî zêdebûn. Bila her kes li gerila û HDP'ê xwedî derkevin."
‘Bila Rêberê me bigihe azadiya xwe û aştî bê cîhanê’
Jinek din ya di sala 1994'an de dema ku gundê wan valakiriye hatî li Enqerê bicîh bûyî Narinç Temel jî wiha got: "Di sala 1994'an de li gundê me şer despêkir. Wê demê gundê me şewitandin, xizmên me qetilkirin. Em hemû belavî bajaran bûn. Wê demê şertê jiyana me hat guhertin. Me gelek zorî kişand. Her tiştê me li gund ma. Di aliyê debarê de me gelek pirsgirêk jiyan kir. Lê me tekoşîna xwe ya jiyanê berdewam kir. Bila êrî şer bi dawî bibe û aştî bê. Bila êdî gund û bajar neyên valakirin, dayîk negirîn. Êdî bese em aştî dixwazin. Bila êdî Rêberê me bigihe azadiya xwe. Gerila ji bo me canê xwe didin. Em doza mafê xwe dikin. Li Silopîk, Cizîr, Nisêbîn û Surê gel di nava şertên zor de li ber xwe didin. Em hatin van bajaran lê em li van deveran çî dikin."
(zt)