Dewlet pistiwa malbata Musur Aslan ê qetilkirine bernade
09:13
JINHA
MÊRDÎN - Êrîşên polîsan ên ser malbata Musur Aslanê ji aliyê tîmên tayîbet ve li Nisêbînê hatî qetilkirin berdewam dike. Hema piştî Musur bi hinenta ji mirivan 3 polîsan berpirse birayê wî Baran girtin, niha jî bi heman hincetê xalê wî Cudî Tokay girtin.
Navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ku wek warê “serhildan û berxwedanê” tê nasîn, bi mehane qedexe li ser qedexeyê tê îlankirin û êrîşên hêzên dewletê yên li hember berxwedana xwe rêveberina gel didome. Ligel hemû êrîşên “bêmirovkirin” û îmhayê berxwedana gelê Nisêbînê jî didome. Heta niha li taxên berxwedêr gel li pişt barîkatan li berxwe dide û ne êrîşan û ne jî qedexeyan nas nake. Li pişt çeperên berxwedanê yek jî welatiyên ku li berxwedana 14 rojan de bû hedefa êrîşên dewletê û hate qetilkirin Musur Aslan (19) bû. Bi hinceta birayê Musur Baran Aslan (21) ji kuştina 3 polîsên di 15'ê îlonê de li Nisêbînê hatîn kuştin berpirse hatiye girtin û di girtîgehê dene. Niha jî xsalê Musur Cudî Tokay yê 26 salî jî heman hincetê tê sucdarkirin. Dayîka Cudî Meyaser Tokay diyar kir ku ji dema Musur qetilkirin heya niha tîmên tayîbet belaya xwe ji wan venekirine. Meyaser da zanîn ku wê demê Cudî û Baran li Îzmîrê bûne îftira li wan dikin.
'Ji rêveberiya cewherî zêdetir çare nîne'
Dayîka Cudî Tokay Meyaser Tokay jî destnîşan kir ku di dema bûyerê de 15'ê îlonê Cudî li Îzmîrê bûye, heta bilêdên wiyên balefirê jî hene û wiha berdewam kir: "Bilêda wi ya balefirê çuyîn 9'ê îlonê hatin jî 25'ê îlonê ye. Li gel vê jî Cudî girtin. Ji xwe tişta ji dewleta neviyê minê biçuk qetilkirî bê hêvîkirin jî eve. Li Nisêbînê bi hezaran malbat heman tinediya em dijî ew jî dijîn. Neviyê min yek qetilkirin, yek girtin niha jî kurê min girtin. Li gorî we gelo dewletê ji rêveberiya cewherî zêdetir şans ji bo me hêlaye?"
Xwişka Cudî Zozan Tokay jî balkişand ser tindiya bi salane ser gelê kurd dikin û got: "Ji ber ku em malbatekin di tekoşîna xwe de bi îsrarin bi her awayî êrîşî me dikin."
(ekîb/zt)